'Em bi coşa bilindkirina têkoşînê dikevin 8’ê Adarê’
Endama Koordînasyona KJA'yê Yurdusev Ozsokmenler da xuyakirin ku jin hîn bi hêz û rêxistinbûyî 8'ê Adarê pêşwazî dikin û destnîşan kir ku divê rêxistinbûyîna jinan were xurtkirin.
Endama Koordînasyona KJA'yê Yurdusev Ozsokmenler da xuyakirin ku jin hîn bi hêz û rêxistinbûyî 8'ê Adarê pêşwazî dikin û destnîşan kir ku divê rêxistinbûyîna jinan were xurtkirin.
Kongreya Jinên Azad (KJA) ku demek berê damezrandina xwe îlan kir, bi şîara ‘Em bi jinên Kobanê xwe rêxistin bikin, jiyanê azad bikin’ ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin. KJA ku li gelek bajarên Kurdistanê ji 1’ê Adarê şûn ve mîtîngan pêk tîne parçeyekî Meşa Jinan a Cîhanê ye jî.
Yurdusev Ozsokmenler ku di Koordînasyona KJA’yê de cih digire beriya 8’ê Adarê ji ANF’ê re axivî.
Ozsokmenler da zanîn ku jin bi hêz û rêxistin dikevin 8’ê Adarê û got: “Divê jin rêxistibûna xwe mezin bikin. Têkoşînên xurt bi rêxistinbûnan pêkan e. Têkoşîna li dijî qetilkirinên jinan di rêxistibûnê de derbas dibe. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê şerekî ku li dijî jinan nehatiye îlankirin dimeşîne.”
Ozsomenler got ku şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê rê daye ber hemû jinan û ew bi coşa mezinkirina têkoşînê dikevin 8’ê Adarê.
Jin di kîjan şert û mercan de dikevin 8’ê Adarê?
Em di bin siya şîdet, qetilkirin û hepskirina jinan a malê û derxistina qanûnên AKP’ê de dikevin 8’ê Adarê. Lê pêşketinên ku hêviyên me yên ji bo pêşerojê zêde dikin hene. Şoreşa Rojava û serketina Kobanê hêviya me mezin kiriye. Piştî qetilkirina Ozgecan serhildana jinan a li kolanan, piştevaniya jinan a mezin bûn, ji bo pêşerojê hêvî dan me. Bêguman îlankirina KJA’yê ya di 1’ê Sibatê de jî pêşketineke girîng a di rêxistinbûna jinê de ye.
Ji bo we cudahiya vê 8’ê Adara 2015’an çi ye?
KJA’yê li gund, tax, bajarokan meclis û komun ava kirin û bi vî awayî rêxistibûn wek hedef da ber xwe. Ligel ku di ser de mehek derbas bûye jî rêxistinbûna DOKH’ê wek mîrate ji xwe re girt, pêş xist û li gelek cihan meclîs îlan kirin. Ji ber vê yekê em bi kelecana mezinkirina têkoşîn û rêxistinbûnê dikevin 8’ê Adarê. Her wiha nûnera KJA’yê Ceylan Bagriyanik jî tevlî hevdîtinên bi Birêz Abdullah Ocalan re bûye. Ev hem wê mudaxaleya jinan a pêvajoya çareseriyê hêsan bike û hem jî wê peyamên Ocalan yên der barê jinan de rasterast ragihîne.
ŞOREŞA KOBANÊ RÊ NÎŞANÎ ME DIDE
Di 8’ê Adarê de wê daxwazên we çi bin?
Em bi şîara ‘Em bi jinên Kobanê re xwe rêxistin bikin, jiyanê azad bikin’ xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin.Ji bo pergala demokratîk bê avakirin, şoreşa Kobanê ji bo me rê nîşan dide. Têkoşînên xurt bi rêxistinbûnan pêkan e. Rêya têkoşîna li dijî komkujiya bi rêxistinbûna li gundan û taxan pêkan e. Ji ber ku AKP şerekî ku li dijî jinan nehatiye îlankirin dimeşîne. Daxuyaniyên ku ferasetên dijminahiya jinan dikin, didin. Bi pêkanînên weke ‘xebata nerm, daxistina cezayê kujeran, guhertina navê wezaretê û kar û barê wê’ jinan difetisînin. Her wiha wê ‘Qanûna Ewlehiya Hundir’ jî li jinan bixe.
Piştî qetilkirina Ozgecan Aslan jin daketin kolanan. Ev tê çi wateyê?
Kesên ku li dijî qirkirina jinan bê eleqebûn jî sebra wan qediya. Em dibînin ku roj bi roj şîdet zêde dibe. Li her qada jiyanê şîdet heye. Rayedarên AKP’ê, serokkomar û serokwezîr di serî de her roj di televîzyonan de li rûyê me diqîrîn. Civak di nava şîdetê de diqewire. Mînakê hovîtiyê yên nayê hişê mirovan pêk tên. Herî dawî Ozgecan hat qetilkirin û vê jî nîşan da ku em çiqas bê ewle ne. Vê jî rê li ber serhildana jinan vekir.
BÊCEZABÛN CESARETÊ DIDE MÊRAN
Wek rêbaza têkoşîna li dijî şîdeta jinê hûn çi pêşniyar dikin?
Hikûmet ji bo pêşî li qetilkirina jinan bigire tiştekî nake. Di 2014’an de 44 jin di bin parastina polîs de hatin kuştin. Cezayên ji bo kujeran tê dayîn ji ber sedemên hêsan tên daxistin, ev bêcezabûn jî cesaretê didin mêr. Êdî li malê, kolanê û cihê kar ewlehiya canê me nema. Ji ber vê jî em neçarin parastina xwe ya cewherî û rêxistinbûna xwe bikin.
Di têkoşîna li dijî şîdet û kuştinên jinan de, dikare feydeyek çawa ji şoreşa Rojava bê girtin?
Bi destpêka şoreşa Rojava re şoreşa jinê pêş ket. Jin rêxistinbûna xwe li her qadê pêş dixin. Bi rêya meclîsan jiyana azad ava dikin û hem jî bi parastina cewherî şoreşa xwe diparêzin. Di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de, bandora têkoşîna Arîn, Kader û Sîbelan mezin e. Têkoşîna wan rê dide ber jinên Kurd, Tirk, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê.
HÎMÊ KJA’YÊ KOMUN Û MECLÎS IN
Em hinek li ser modela KJA biaxivin. Modelek rêxistinbûnê ya tîpa kongreyê. Çima modelek wisa?
Berfirehbûna têkoşîna jinê û curebûna qadên xebatê rê li ber hewcedariya rêxistinbûnek nû vekiriye. Em li vir ne behsa kêmasiyên DOKH’ê dikarin behsa şeklê rêxistinbûnek nû bikin. Li taxan, komeleyên jinan, partiyên siyasî, di rêveberiyên herêmî, rêxistinên çand û kedê de û li gelek qadan xebatên rêxistinî hene. Her wiha gel, bawerî û çandên li Kurdistanê dijîn hewcedarî bi rêxistineke wisa ya hevpar dîtin. Bersiva herî mezin a ji bo vê jî hat nîqaşkirin û di mijara ku derbasî modela kongreyê bibin, bi hevparî KJA hat îlankirin. KJA wek organa piştevaniya hevpar, îrade û rêveberiya xweser wê xebatên xwe bimeşîne. Wê ji bo civakîbûna îdeolojiya azadiya jinê, avakirina neteweya demokratîk û pêşxistina jiyana komunal a demokratîk pêşengiyê bike. Wê bi îdeolojiyên ku şîdetê hildiberînin re têbikoşe. KJA civaka ekolojîk hedef dike. KJA wê xwe li ser komun û meclîsan rêxistin bike.
Îsal Meşa Jinan a Cîhanê li Nisêbînê destpê dike. Ji bo silavkirina şoreşa Rojava. Wateya destpêkirina li Nisêbînê çi ye?
Rojava ji bo jinan girîng e. Hemû jinên cîhanê berê xwe dane şoreşa Rojava. Jinan bi rojan li gundên li hemberî Kobanê nobet girtin û paqijkirina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞ’ê silav kirin. Nisêbîn jî cîranê Kantona Cizîrê ye. Ji ber vê wê îsal li Nisêbînê meş destpê bike. Di 6’ê Adarê de wê mijarên weke ‘şoreşa Rojava, konfederalîzma demokratîk, ekolojî, keda jinê û şîdet’ bê nîqaşkirin û di 7’ê Adarê de jî wê mîtînga Nisêbînê pêk bê.