Jinên sosyalîst ên Ewropî hatin Pirsûsê

Nûneriya Ewropa ya Yekîtiyên Jinên Sosyalîst, ji bo tevlî pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bibin, hatin Pirsûsê. Heyeta jinan a derbasî Kobanê bû, wê di 8'ê Adarê de beşdarî meşa li Nisêbînê bibe.

Heyetek ji Nûnertiya Ewropa ya Yekîtiyên Jinên Sosyalîst, ji bo tevlî pîrozbahiyên 8'ê Adarê bibe û piştgiriyê bide Kobanê hat Pirsûsê. Heyetê, alîkariya ji derman û kincan a bi xwe re anî radestî rayedarên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava kir. Ji heyetê Sûltan Şahîn diyar kir ku wan xwestine piştevaniya li vir bi çavên xwe bibînin.

Şahîn anî ziman ku ewê di 8'ê Adarê de li Nisêbînê beşdarêı Meşa Jinê ya Cîhanê bibin û goti "Cihgirtina di vê meşê de ji bo me gelekî girîng e. Bi taybetî diyarîkirina vê meşê ji Kobanê re gelekî giranbuha û girîng e. Berxwedana jinên li wê derê ji hemû jinan re bû mînak."

HEYET DERBASÎ KOBANÊ BÛ

Heyeta jinên sosyalîst, li gel dayika şervanê MLKP'ê Sûphî Nejat Agirnasli Nûran Agirnasli û heyeta Îtalyayê ya ji 4 jinan ji Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê derbasî Kobanê bû.