Li Dusseldorfê çalakiya 'edaletê'

Mîna her Çarşemê îro jî Kurdistaniyan li Dusseldorfê li ber Konsolosiya Fransayê daxwaza edaletê kirin.

Mîna her Çarşemê îro jî Kurdistaniyan li Dusseldorfê li ber Konsolosiya Fransayê daxwaza edaletê kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Dusseldorfê dijîn, bi armanca şermezarkirina bêdengiya dewleta Fransayê ya li pêşberî komkujiya Parîsê, li ber Konsolosiya Fransayê bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" çalakiya edaletê lidar xistin.

Di çalakiyê de belavokên der barê hesabxwestina komkujiya Parîsê de hatin belav kirin. Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin ser wateya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û hat gotin, "Sakîne Cansiz Rosa Luxemburg ya îro ye û manîfestoya jiyanê ji nû ve zindî kir. Bû xwedawendiya dayika pîroz."

Kurdistaniyan tim û tim dilsoziya xwe bi xeta jina azad a Sakîne Cansiz, bi xeta dînamîk a ciwantî ya Leyla Şaylemez û xeta dîplomasiya gel a Fîdan Rojbîn anîn ziman. 

Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûna xurt a jinan li çalakiyên 8'ê Adarê hat kirin.