ÎHD’ê binpêkirina mafên jinan ên 2014’an kir rapor
Sekreterya Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi munasebeta 8’ê Adarê rapora binpêkirinên mafan ên 2014’an li dijî jinan li Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kir
Sekreterya Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi munasebeta 8’ê Adarê rapora binpêkirinên mafan ên 2014’an li dijî jinan li Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kir
Sekreterya Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi munasebeta 8’ê Adarê rapora binpêkirinên mafan ên 2014’an li dijî jinan li Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kir. Sekretera Jinê ya Navenda Giştî ya ÎHD’ê Songul Erol Abdîl diyar kir ku di 2014’an de binpêkirinên mafan û şîdeta ku jin rû bi rû mane zêde bûne û ev rewş vegeriyaye kaosê.
Abdîl a ku nirxandina “Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî sivîlan kirine zilam kuştine û jin revandine tecawizî wan kirine û wekî kole firotine” kir anî ziman ku hê jî di dastên DAIŞ’ê de di navbera 5-7 hezar jinên jinên êzidî yên kurd hene û gelê êzidî rastî qirkirinê hatiye. Abdîl bal kişand li ser rêxistina bi navê Boko Haram a ku xwedî nêrîn û pratîka wakî DAIŞ’ê ye jî û bilêv kir ku Boko Haramê jî 300 xwendekarên keç revandiye û bombe bi ser zarokeke keç a 10 salî kiriye û ew li sûkê teqandiye.
Abdîl da zanîn ku şîdeta li hemberî jinan a ji ber polîtîkayên dewletan a zilamperest diqewima li Hindistanê wekî tecawizên komî, li Îranê Reyhane Cabbarî ya ku xebatkarê îstîxbaratê yê ku tecawizî wê kiribû kuştiye û hate darvekirin xwe radixe li ber çavan.
Abdîl destnîşan kir ku jin li hemberî van êrîşan li Rojava, Kobanê, Şengal û Mexmûrê li ber xwe dan û ev berxwedan bi gelek destkeftiyan ve bi encam bû û ji bo tevgera jinên cihanê bû mînak. Abdîl got ku bi milyonan jinên kurd ên ku li Tirkeyeyê ji ber ku ji zimanê xwe yê dayikê hatine mehrûmkirin di bin tehdîda qirkirina çandî de ne û jinên elewî jî ji ber ku baweriyên wan tê astengkirin û tên asîmîlekirin jî di bin tehdîda qirkirina çandî de dijîn.
Abdîl got ku di encama lêkolînên ÎHD’ê kirine û serlêdanên jinên ku serî li komeleya wan dane derketiye holê ku di 2014’an de 296 jin hatine qetilkirin, 39 jinan întixar kirine, 191 jin rastî tacîz û tecawizê hatine, 585 jin di encama derban de birîndar bûne, 6 jin di bin navê “namûsê” de hatine kuştin û 13 jin jî bi awayeke gumanbar hatine kuştin, şexsên LGBTÎ jî di berî de binpêkirina mafê jiyanê rastî binpêkirinên mafan hatine.
Abdîl got ku sedema zêdebûne şîdeta li dijî jinan gotinên kesên dewletê rêve dibin û tedbîrên polîtîk nagirin e û wiha axivî: “Di serî de serokomar, gotinên ku jin û rêxistinên jinan hedef nîşan didin sedema zêdebûna şîdeta li hemberî jinan e.”
Abdîl anî ziman ku di 2014’an de jin wekî hêza erzan a kar jî hatine dîtin û bi vî rengî keda wan hatiye desteserkirin herî zêde jî qadên tekstîl, paqijiya malê û karkerên demsalî rastî binpêkirinên mafan hatine.
Abdîl li ser navê jinên ÎHD’î bang li îxtidarê kir û xwest li dijî şîdet û desteserkirina keda jinan tedbîran bigirin û daxwazên xwe wiha anî ziman: “
* Bi ti awayî divê ji ber texrîk û rewşa baş ceza neyê kêmkirin,
* Cezayên di qanûnan de divê di sînorê herî jor de bê dayîn,
* Mufredata perwerdehiyê divê li gorî pêşîlêgirtina şîdetê ji nû ve bê sererastkirin,
* Ji bo jinên kurd û komên etnîkî yên din re mafê perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn,
* Ji bo ku jinên elewî û jinên baweriyên din bi awayeke azad baweriyên xwe bijîn sererastkirinên pêwîst bên kirin,
* Divê hejmara parlamenterên jin ên hemû partiyan wek hev bin,
* Divê Wezareta Jinê bê damezirandin û wezaret bi saziyên sivîl ên jinan ve bixebite.”