Rengên cîhanê wê ji Swîsreyê YPJ’ê silav bikin

Di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de li Swîsreyê ji her ziman, reng û çandî jin wê bên cem hev û berxwedana YPJ’ê silav bikin.

Di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de li Swîsreyê ji her ziman, reng û çandî jin wê bên cem hev û berxwedana YPJ’ê silav bikin. Ji Tevgera Jinan a Swîsreyê Arzû Gungor der barê çalakiya ku wê pêk bê de agahî da û da zanîn ku bi modela civakî ya nû ya bi rengê jinê hatiye avakirin û bi berxwedana YPJ’ê yên li Rojava pêş ketiye re hemû ferasetên zayendperest ên li ser esasê zîhniyeta serdest a mêr pêk hatine bi tinebûnê re rû bi rû mane û got: “Em di 8’ê Adarê de wek jinên cîhanê, wê ji YPJ’iyên ku nîşanê me dan daxwazên jinan ne utuopyaye silav bikin.”

Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê (TJKE) 8’ê Adarê diyariyê berxwedana jinên YPJ’ê kir û piştî ku ev biryar li 6 cemserê hat ragihandin şûnde li gelek cihî jin bi çalakiyên hevpar wê bên cew hev û  YPJ’iyên ku dîroka jinan ji nû ve nivîsandin silav bikin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Tevgera Jinan a Kurd, Tevgera jinan a Frauenbundhîs a Swîsreyê, komên jinan ên anarşîst-guer yên Swîsreyê, Tevgera Jinan a Nû û  Yekîtiya Jinên Sosyalîst wê jin bên cem hev û 8’ê Adarê roja Yekşemê li bajarê Baselê meş û mîtîngekê pêk bînin. Jinên derkevin qadan,  jinên YPJ’ê ku  nasnameya xwe ya azad derxistin holê û nîşan dan ku daxwazên jinan ne utopyan e, wê silav bike.

EM Ê BI RUHÊ YPJ’Ê LI QADA BIN

Jinên ku 8’ê Adarê roja Yekşemê saet 14.00’an li qada Dreîrosenparkt a Baselê bi meşekê wê çalakiya xwe bidin destpêkirin û ji vir jî wê li Basel Theodorskirchplatz mîtîngekê pêk bînin. Der barê çalakiya ku pêk bê de li ser navê Tevgera Jinan a Kurd a Swîsreyê Arzû Gungor axivî û got ku di 8’ê Adarê de wê bi dirûşma, ‘Bijî berxwedana YPJ’ê’, ‘Bijî 8’ê Adarê’ dakevin qadan. Gungor wiha got: “Berxwedana ku jinên Kurd li Kobanê nîşan daye û cihê wan a di avakirina modela jiyana civakî ya nû ya li Rojava gelek girîng e. Jinên ku ev rastî dîtin, wê bi ruhê YPJ’ê dakevin qadan.”

JINÊN KURD JI BO JINÊN CÎHANÊ BÛN ÇAVKANIYA HÊVIYÊ

Gungor anî ziman ku tevgera jinan a Kurd bi tecrûbeya xwe ya têkoşînê ya 40 salî êdî hatiye sînor derbas kirine û ji têkoşîna jinên bindest ên cîhanê re pêşengiyê dikin. Gungor di berdewamiya axaftina xwe de got ku jinên Kurd di têkoşîna ku meşandine xwe de anîne asta kirdebûnê û zîhniyeta koledar a li Rojhilata Navîn û Kurdistanê serobino kiriye û şoreşa mezin pêk aniye. Hedefa me ya esas ev e ku tevgera jinan a azadîxwaz û nasnameya wê li civakê belav bibe û jinan yek bi yek biguherin îradeyê.”

Gungor anî ziman ku ruhê azadîxwaz ya jinê ku bi berxwedana Kobanê re li her qadê xwe da hîskirin, peywir û berpirsyariya jinê zêdetir kiriye û got: “Piştî çalakiya ku Arîn Mîrxan pêk anî li Afganîstanê ligel zextên rejîma Talîban jin daketin qadan û wêneyên Arîn Mîrxan hildan û daxwazên xwe anî ziman. Vê jî nîşan da ku mîsyona li me jinên Kurd hatiye barkirin gelek mezin e. Jinên Kurd bo jinên cîhanê bûn mînak. Bi vê çavkaniya hêviyê wê jin di 8’ê Adarê de li qada bin."

DIVÊ ZAYENDA CIVAKÎ BÊ RAKIRIN

Gungor da zanîn ku ew jin dixwazin ku bi wesîleya 8’ê Adarê  divê zayenda civakî ji holê bê rakirin û got: “Em çavkaniya her şîdetê mêr nabînin. Belê serdestiya bi hezaran salî ya mêran heye. Lê pergala desthilatdar mêr jî ji bo xwe bikar tîne û dike amûr. Pergala serdest mêr ji bo xwe hilbijartiye.  Lê ev nayê wateya ku mêr azad e.”

Gungor di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku jinên YPJ’ê bi berxwedana ku li Kobanê nîşan dane, modela rêxistinbûna jinan a li Rojava, bi hemû jinan re gelek tiştên jiber hilweşandiye û got: “Van pêşketinan nêrîna tevgerên femînîst ên rojavayî jî serobino kir.”

EM DI 8’Ê ADARÊ DE YPJ’Ê SILAV BIKIN

Gungor banga tevlîbûna mîtînga ku wê di 8’ê Adarê de li Baselê pêk bê kir û got ku YPJ’ê hemû jinên cîhanê aniye cem hev. Gungor bi lêv kir divê hemû jin ji bo silavkirina YPJ’ê roja Yekşemê bi rengên xwe biherikin qadan.