Jinên Dêrsimê: Em bi dirûşma ‘Bila hikûmet gavê bavêje’ li qadan e

Jinên Dêrsimê diyar kirin ku bila 8’ê Adara îsal di serî de girtiyên nexwşe û jin, bibe wesîleya valabûna zîndanan.

Jinên Dêrsimê diyar kirin ku bila 8’ê Adara îsal di serî de girtiyên nexwşe û jin, bibe wesîleya valabûna zîndanan. Jinan li warên pîroz niyaz belav kirin û find pêxistin. Li warê Xizir ji bo girtiyên nexweş û jin azadî xwestin.
Jinên Dêrsimê ji kamereyên ANF’ê re 8’ê Adarê nirxandin.

EMOŞ BAKIRAY: Jinên ji bo aştiyê berxwedan û jinên kedkar li zîndanan têkoşîna jiyanê didin. Ji 1938’an heta niha em zilmê dijîn. Îro heman hovîtiyê DAIŞ dike. Em aştiyê dixwazin, em ji bo aştiyê hewl didin. Zarokên me ji bo aştiyê hewl didin, tên girtin.  Li ser zimanê me zext hene, warên me yên pîroz di bin avê de hiştin. 8’ê Adarê tê. Dibêjin Roja Jinên Kedkar e. Hemû jinên kedkar di zîndanê de ne. Bila ev sal bibe sala azadiya jinan. Bila zextên li ser zarokên me bi dawî bin.

JI GIRTIYÊN NEXWEŞ Û JINAN RE AZADÎ

DAYIKA FADÎME: Ger dewlet samîmî be bila gavê bavêje. Di serî de girtiyên nexweş û girtiyên jin divê deriyê hemû zîndanan bê vekirin. Madem aştî tê vî welatî wê demê bila ji bo aştiyê hemû girtî bên berdan û bila ji bo aştiyê têbikoşin. 

ZAROKÊN ME PEYWIRA XWE ANÎN CIH, DORA HIKÛMETÊ YE

SEVÎM SONGUL: Zarokên me peywira xwe anîn cih. Niha dor a hikûmetê ye. Ger aştiyê bixwazin bila gavê bavêjin. Me ji bo aştiyê hewl da, têkoşîn meşand. Em aştî û biratiyê dixwazin.

DAYIKA NURCAN:  Em dixwazin vegerin gundê xwe. Em hatin bajaran, em li bajaran bi hovîtiyan re rû bi rû man. Gundên me hatin şewitandin, jin hatin şewitandin, hilweşandin. Divê em di 8’ê Adarê de bên cem hev. Divê em hêza xwe nîşan bidin.  Dem dema aştiyê ye, ciwanan gav avêt, bila dewlet jî bavêje. Em ê dirûşma ‘bila hikûmet gavê bavêje’ qîr bikin. Bila hemû jin bên. 

ELÎF METE: Mêr dikujin, dewlet diparêze. Em bang li warên xwe yên pîroz dikin. Di her cara ku roj hil tê de em heman dûayê dikin. Ji bo me jinan diyariya herî mezin aştî ye. Em jin aştiyê dixwazin û bang li aştiyê dikin.

FÎDAN YILDIRIM: Ez di 8’ê Adarê de bang hemû jinan dikim ku bên Qada Seyîd Riza. Ez bang li hemû jinan dikim ku em li qadê aştiyê qîr bikin. Ji bo neheqiya li dijî jinan bi dawî be em bê deng nemînin. Her roj jin dimirin, ez di nûçeyan de temaşe dikim. Madem dewlet heye li ku derê ye. Jin dimirin, diaxivin lê 40 roj derbas dibe ji bîr dikin. Êdî bes e bila jin nemirin.