'Dem hatiye em nîşan bidin ku jin bêparastin nînin'
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan 8'ê Adarê pîroz kir û got, "Dem hatiye em nîşan bidin ku jin li hemberî hovîtiya sîstema serdest, bêparastin nînin."
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan 8'ê Adarê pîroz kir û got, "Dem hatiye em nîşan bidin ku jin li hemberî hovîtiya sîstema serdest, bêparastin nînin."
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan 8'ê Adarê pîroz kir û got, "Dem hatiye em nîşan bidin ku jin li hemberî hovîtiya sîstema serdest, bêparastin nînin. Berxwedana bi rûmet a li Kobanê û Şengalê tê nîşandan, hêza cewherî ya jinê afirandiye. Jin kengî hêza xwe ya cewherî derdixîne holê, azad dibe."
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. Di daxuyaniya bi serenavê "Ji afirînerên civaka azad, evîna kedê û estetîkê ji hemû jinan re" de hat destnîşankirin, ku tevî komkujî û tecawizan, jinan ti carî dev ji qîrîna daxwaza xwe ya azadiyê bernedane.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku sekna bi biryar a di têkoşîna bi heybet a li dijî sîstema bi serdestiya mêr de, jinan hîn bêhtir nêzî kêliyên azad dike û ev yek hat destnîşankirin:
''HER DER QADA SERHILDANÊ YE'
"Mejiyê mêr ê serdest, ku bi hezaran salan li ser koledariya jinê civak kontrol kiriye, li cihê jê derketiye, li Rojhilata Navîn li ber tinebûnê ye. Xelekên zincîra koledariyê ya sîstema modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn çêkiriye, ji hev diqetin."
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan diyar kir ku sala 2014'an ji her demê bêhtir bûye sala destketiyên mezin ên têkoşîna azadiya jinê û hat destnîşankirin ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya jinên ciwan tên meşandin, hemû dîwarên ji aliyê mejiyê mêr ve hatine lêkirin yek bi yek hilweşandiye, sînor ji holê rakiriye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êdî kolan, febrîqe, dibistan, mal bûne qadên serhildanê yên jinan û hat gotin, "Zîhniyetê mêr ê serdest ê êrîşî beden û hemû nirxên manewî yên jinê dike, li Şengalê, li Nîjeryayê, li Kobanê rûyê xwe yê qirêj nîşan daye. Jinên ciwan li hemberî van êrîşan ji her demê bêhtir bi biryar û bi hêz in. Berxwedana jinên ciwan li Kobanê nîşan dan, bûye ya hemû jinên cîhanê.
Em xwe li dijî vê sîstema serdest a bê rehm biparêzin, têkoşîna xwe li gerdûnê belav bikin. Çawa ku gul bi xwe jî xwedî parastinê ye, em jî parastina xwe bikin. Em, hesabê hemû jinên rastî tecawizê hatin, hatin qetilkirin û bi saxî hatin şewitandin, bipirsin. Dem hatiye em nîşan bidin ku jin li hemberî hovîtiya sîstema serdest bêparastin nîne. Berxwedana bi rûmet a li Kobanê û Şengalê, hêza cewherî ya jinê afirandiye. Jin kengî hêza xwe ya cewherî derdixîne holê, azad dibe. Em bibin şopdarên xebat berxwedanê ya Xwedawendên azadiyê Bêrîtanan, Zîlanan, Arînan. Xeta wan xeta jina azad e."
BANGA TÊKOŞÎNÊ LI HEMÛ JINÊN CÎHANÊ HAT KIRIN
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan da xukyakirin ku jiyaneke watedar dikare bi jina azad re bê jiyîn û da zanîn ku li cîhaneke her roj jin tên qetilkirin û rastî tecawizê tên de, divê jinên ciwan li refên herî pêş ên têkoşînê cih bigirin. Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû: "Divê em nebin ên serî li ber vê sîstemê ditewînin, tevî her tiştî jî em bibin alîgirê berxwedanê. Li hemberî serdestiya mêr, yên ku nirxên me, keda me û civakê biparêze, em in. Rêber Apo dibêje, 'Civakeke azad bêyî azadiya jinê nayê jiyîn'. Li ser van esasan em berxwedana jinên cîhanê silav dikin. Bang li tevahiya jinên cîhanê dikin ku di avakirina civaka azad de dest bidin hev û bi hev re têbikoşin. Her wiha em berxwedana rêhevalên xwe yên jin ên li Kobanê, Şengalê silav dikin, 8'ê Adarê li wan pîroz dikin, rêhevalên xwe yên giranbuha yên di vê têkoşînê de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna wan re careke din destnîşan dikin."