CENÎ: Em di 8’ê Adarê de têkoşîna xwe xurt bikin

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo me jinên cîhanê tê wateya roja berxwedana li dijî hemû cureyên êrîşên desthilatdariyê û çanda destavêtinê.

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ di daxuyaniyê de diyar kir ku divê bi wesîleya 8’ê Adarê têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê bi ruhê YPJ’ê bê bilindkirin. CENÎ, Sakîne Cansiz, Rosa Luxemburg, Arîn Mîrxan û Clara Zetkîn bibîr anîn û hat gotin ku wan bi hemû hebûna xwe tekoşîna jinê dijî hemû şêwazan temsîl kirin.  CENÎ destnîşna kir ku di sedsala heyî de bi berdûlên giranbuha gelek serketinên mezin hatin bi destxistin ku nirxên demokratîk û azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê hatin ava kirin û parastin. 

JIN BI HER AWAYÎ TÊN TINEKIRIN

Daxuyaniyê wiha berdeawm kir: “Jin li tevahiya cîhanî rastî şîdeta zîhniyeta  serdest ya mêr tên. Di bin navê namûsê de tên qetilkirin, talan kirin, bi zorê tên zewicandin, tên êşkencekirin, rastî destdirêjiyê tên, lêdanê û tacîzê tên, tên kolekirin, qewitandin û kuştin. Êrişên bi vî rengî ne qederên kesayetan ne, berevajî vê êrîşên sîstematîk li dijî jinê tên meşandin û di rastiyê de çanda destavêtinê raewa dike. Dîsa ked û hewldanên jinê bêqîmet tên dîtin û vala tên hesibandin. 

BI PARASTINA CEWHERÎ DIKARE PÊŞÎ LI ÊRÎŞAN BÊ GIRTIN

Li Ukrayna, Nîgerîa û herî dawî li Şengalê bi hezaran jin bi taybetî jinên Êzidî hatin revandin, tecawîz kirin, qetilkirin û li bazarên koletiyê tên firotin. Çeteyên faşîst yên wekê DAÎŞ û Boko Haram nûnerên zîhniyeta zayendperest a zilamê serdest û pergala baviksalariyê di sedsala 21’emîn de ne ku bi qirkirina dijî jinê, civakê qir dikin û di rastiyê  de xayînên jiyanê ne. Divê jin li dijî van êrîşan ne bi rêya dewletan an jî saziyên ku pê ve girêdahî, bi parasina cewherî xwe azad bikin.”

CENÎ destnîşan kir ku divê li dijî van êrîşan têkoşîna azadiyê bê bilindkirin û wiha berdewam kir: “Bi zanista jinê, nêrîna jinê û bi felsefeya xwe ya jiyanî ‘Jin Jiyan Azadî’ divê jin di xeta xwedawendiya dayika pîroz  Sakîne Cansiz, di xeta dîplomasiya gel a Fîdan Dogan û di xeta pêşengiya civakê ya ciwantiyê Leyla Şaylemez û bi rihê fedayî ya Arîn Mîrxan pira piştevaniya jinê ya navneteweyî û hundirîn bi ferzkirina jiyana azad, têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ev jî bi pêşengiya YPJ a li Rojava tê jiyîn. Di her sê Kantonên Rojava de yekîniyên parastina jinê YPJ ji bo parastin û ewlehiya hemû jinan û civakê têdikoşe. Çawa parastina xwe ya cewherî ava kirin û dimeşînin wisa jî dest bi dest bi jinên cîhanê ji bo avakirin û jiyîna jiyanek bi rûmet hevbeş têdikoşin.” 

Her wiha hat destnîşankirin ku têkoşîna yekîniyên parastina jinê YPJ li ser esasê şoreşa jinê ya Rojava li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ruhê berxwedaniyê ji nû ve jîn kirin e û wiha pêde çû: “Bi wêrekiyek mezin, bi vînek azad û bi hezkirinek bêhempa ya azadiyê şervanên YPJ’ê bi biryardarî nirxên jinê û ya tevahiya mirovahiyê diparêzin, mezin dikin û didin jiyîn. Têkoşîna wan a dijî femînîzîd ne tenê bi rojekê  sînordar e, berevajî wê bi tekoşîna xwe her roj dikin 8’ê Adarê. Têkoşîna azadiyê hembêzkirina hemû jinên cîhanê ye.” 

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Werin em bi hev re bi wesîleya 8’ê Adarê, êrişên dijî jinan li Şengalê, Ukrayna, Nîgerîa, Gaze û hemû deveran wek Femînîzîd (Qirkirina Jinê) fêm bikin û bi ruhê berxwedana YPJ wek parastina xweser a cewherî ji bo hemû jinan li her deveran jîn bikin. Werin em li her deverên ku jinan rastî şîdetê tên, berxwedaniya xwe û têkoşîna xwe bi awayekî rêxistinî xurttir û bilindtir bikin. Werin em hevbeş wî ruhê berxwedanê li hemû deveran belav bikin û bibin şopdarên Sarayan, Rosayan û Arînan. Ji Kobanê heyanî Şengalê silav li berxwedana jinê ku di kesayeta YPJ de xwe gihand asta gerdûnî.”