Ji bo 8’ê Adarê şahî tên lidarxistin

Bi wesîleya 8’ê Adarê li Riha, Sêrt, Colemêrg, Wan û Qersê şahî hatin lidarxistin. Li hin navendan şahî hatin organîzekirin, li hin navendan jî gorên jinên şoreşger ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.

Bi wesîleya 8’ê Adarê li Riha, Sêrt, Colemêrg, Wan û Qersê şahî hatin lidarxistin. Li hin navendan şahî hatin organîzekirin, li hin navendan jî gorên jinên şoreşger ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.

WÊRANŞAR

Li Wêranşar di pêşengiya Dayikên Aştiyê de jinên DBP û HDP’yî li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bûn, ji bo jinên girtî li postaxaneya navçeyê kart şandin. Paşê li jinên Êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê warên xwe terk kirin û li kampa ji aliyê şaredariyê ve hatiye avakirin dimînin, qerenfîl hatin belavkirin.

Li kampê slayta Kreşa Avşîn Baxçên Zarokan amade kiribû hat nîşandan.

XALFETÎ

Li navçeya Xelfetî ya Riha di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de bi sedan jin li navenda bajêr kom bûn.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Têkildarî wate û girîngiya rojê Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya navçeyê Afîfe Canpolat axivî. Di mîtîngê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, hevserokên rêxistinên navçe û bajêr ên HDP û DBP’ê jî amade bûn.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan di axaftina xwe de Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê bibîr  xist, diyar kir ku ev pêvajoyên ku jinên Kurd pêşengiya wê dikin, dide diyarkirin ku wê jinên cîhanê jî azad bike.

SÛR

Li navçeya Sûrê ya Amedê jî bi wesîleya 8’ê Adarê li Keçî Bûrcû şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de ligel Alîkara Hevşaredarên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, rêveberên DBP û HDP’ê yên navçeyan gelek jin amade bûn.

LICÊ

Li Licê jî, Navenda Jinan a Nûjiyan bi wesîleya  8’ê Adarê li bazarên semtan stant vedan, qerenfîl û belavokên ji bo şahiya bê lidarxistin belav kirin. Jinan ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya li Amedê bang kirin.

ŞÎRWAN

Li navçeya Şîrwan a Sêrtê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de şahiyek hat lidarxistin.

Di şahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Hevşaredara Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê Dîlber Sevîm bang li jinan kir ku derkevin kolanan û xwedî li têkoşîna jinên li Kobanê derkevin.

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Şîrwanê Nefîse Ongun jî berxwedana Kobanê silav kir û bal kişand ser cîhaneke azad a daxwaza jinan e. Şahî bi stranên Kewe û Koma Botan a di bin banê NÇM’ya Sêrtê de bi govendê dewam kir.

Piştî şahiyê jinan goristana Zewiye ziyaret kirin û qerenfîl danîn ser gorên şervanên jin ên jiyana xwe ji dest dane.

ŞEMZÎNAN

Kongreya Jinên Azad (KJA) li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin. Hevşaredara Şemzînanê Nahîde Yildiz a li ser navê jinan axivî 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û bang li jinan kir ku 8’ê Adarê li qadan bin.

WAN

Desteya Jinan a Şaredariya Îpekyolu ya Wanê 8’ê Adarê li xebatkarên jin ên şaredariyê pîroz kir. Hevşaredarên Îpekyolu Aygul Bîdav û Veysel Keser qerenfîl û fularên mor li jinan belav kirin. Her wiha broşurên ji aliyê Midûriyeta Jin Malbat û Midûriyeta Karên Tenduristiyê hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

QERS

Li navçeya Qaxizman a Qersê ji aliyê endamên Komeleya Xwendekarên Qaxizman, bi wesîleya 8’ê Adarê ji girtiyên jin ên siyasî re kart hatin şandin.

Guler Boran a li ser navê xwendekaran axivî diyar kir ku ji bo nîşan bidin jinên girtî ne bi tenê ne biryareke wiha dane.

QOSER

Li navçeya Qoser a Mêrdînê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ji aliyê jinan ve li qada Azadiyê konê kermes hat vedan. Xwarin û bazbendên jinan li malên xwe çêkiribûn rastî eleqeyeke mezin a welatiyan hatin. Alîkara Hevşaredarên Qoserê Adle Kizilay a li ser navê jinan daxuyanî da got, “Tevayî dahatên ji vir bên wê ji bo jinûve avakirina Kobanê bên şandin. Em tevayî gelê xwe dawetî mîtînga sibe ya li qada azadiyê dikin.”

Hunermendên Navenda Çandê ya Şehîd Elî Temel stran gotin.