PAJK: Aştî, azadî û demokrasî bi jinê re bê

Koordînasyoan PAJK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pîroz kir û da zanîn ku qeder û dîroka Rojhilata Navîn bêyî jinan teşeyê nagire û li Kobanê ev hatiye dîtin.

Koordînasyoan PAJK’ê 8’ê Adarê ya jinên cîhanê pîroz kir û da zanîn ku qeder û dîroka Rojhilata Navîn bêyî jinan teşeyê nagire û got ku li Kobanê ev hatiye dîtin. PAJK’ê da zanîn ku Meşa Jinan a Cîhanê ku starta wê li Nisêbînê tê dayîn, wateya wê dîrokî ye û got: “Li ser esasê gotina Rêbertiyê ya ‘Modernîteya Demokratîk şoreşa jinê û serdema şaristaniyê ye’, berpiryariya me ye ku em sedsala 21’ê bikin sedsala jinê û bi ruh, hişmendî, parastina cewherî, xweşikahiya jinê mafên gelan yên hatine windakirin ji nû ve zindî bikin.”

Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek nivîskî da û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir.

ROJHILATA NAVÎN BÊ JINÊ NEKARE TEŞEYÊ BIGIRE

PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew wek jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya bi ku nirxên azadiyê bar kiriye rojên dîrokî yên ku bi têkoşîna jinên cîhanê re dike, dijîn. PAJK’ê  got: “Em berxwedana jinê ya gerd3unî silav dikin, roja hemû jinên kedkar a cîhanê pîroz dikin. Em li hemberî Rozayan, Sakîneyan, Olympereyan, Arîn, Hypatîaayan, Zîlanan, Andea Wolfan  û Kaderan bejna xwe ditewînin. Em ji bo jiyaneke bi wate hemû jinên cîhanê yên li dora azadiya jinê bûn xelek silav dikin.
 Di şexsê Arîn Mîrxan a li Kobanê bi berxwedan jinê re rêya jiyana azad a nû vekir, cîhanê ji şoreşa jinê re şahidî kir. Jinên ku afirînerên dîroka şaristaniya demokratîk in îro li Rojhilata Navîn li dijî serdestiya mêr a 5 hezar salî têkoşîna xwe bilind dikin û ji jiyana azad re pêşengiyê dikin. Qeder û dîroka Rojhilata Navîn bêyî jinê bi teşe nabe.”

RUHÊ ZETKÎN BI YÊ MÎRXANAN GIHIŞT LÛTKEYAN

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Nasname û berxwedana ku me jinên Kurd li çiyayên Kurdistan, zindan û di serhildanan de mezin kiriye îro di YJA Star û YPJ’ê de gihişt lûtkeyan. Ji artêşbûna jinê bigire heta partîbûnê, ji konfederalîzma jinê bigire heta avakirina netewe demokratîkbûnê  me nasnameya xwe ya jinê û civaka exlaqî û polîtîk ji nû ve afirand.  Me bi jîneolojiyê tiştên der barê jinê de nedihatin zanîn lêpirsîn kir û em ber bi rêya heqîqetê dimeşin û  her qadên jiyanê ji nû ve ava dikin.

Di 8’ê Adarê de li dijî komkujiya jinê ya pêk hatiye di 2’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî de Clara Zetkîn Ev roj kiriye Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û ruhê wê îro bi Arîn Mîrxanan gihiştiye lûtkeyan. Em jinên Kurd her roja xwe bi ruhê 8’ê Adarê pêşwazî dikin.  Têkoşîna em li dijî DAIŞ’ê dimeşînin serketina gerdûnî ya li dijî şîdeta bi rêxistinkirî ya modernîteya kapîtalîst e. Têkoşîna azadiya jinên cîhanê bi berxwedana jinên Kurd re girîngtir bûye. Têkoşîna me ya azadiyê hemû jinên cîhanê li dora xwe kom kiriye.

Di şexsê jinên YPJ’ê de bi hişmendiya ku xwedî li berxwedana Kobanê bê derketin û têkoşîn bê mezinkiin, jiyana azad bê avakirin îsal starta Meşa Jinên Cîhanê li Nisêbînê tê dayîn û wateya vê dîrokî ye. Ev Meşa Jinên Cîhanê di heman demê de meşa ber bi dîroka jinê ye.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ti projeyeke ku xwe naspêre azadiya jinê di rastiyê de nabe demokratîk û azad û bi taybet jî  têkoşîna azadiyê ya ku jinên Kurd ev 40 sal e dimeşîne vê rastiyê nîşan dide. Hêzên ku mudaxîlê dîzaynkirina jinûve ya Rohilatê Navîn bûne neçar mane vê rastiyê bibînin û di şexsê bi dehan jinên ku li Kobanê li ber xwe didin de hatiye ispatkirin ku ti stratejiya ku xwe naspêre azadiya jinê pêk nayê.” PJAK’ê da zanîn  ku ji bo jin û keçên ciwan wek Ozgecan Aslan neyên qetilkirin divê jin li gorî esasê parastina cewherî rêxistina xwe bikin.

Koordînasyonê wiha got: “Em îdîaya xwe ya pêkanîna şoreşa jinê ya xwe dispêre parastina cewherî û pêkanîna ronesansa Rojhilata Navîn ji her demê zêdetir hîs dikin. Li ser esasê gotina Rêbertiyê ya ‘Modernîteya Demokratîk şoreşa jinê û serdema şaristaniyê ye’, berpiryariya me ye ku em sedsala 21’ê bikin sedsala jinê û bi ruh, hişmnedî, parastina cewherî, xweşikahiya jinê mafên gelan yên hatine windakirin ji nû ve zindî bikin. Em Meşa Jinên Cîhanê silav dikin.”