‘8’ê Adarê ji bo me mîrateya jinên berxwedêr e’

Gerîlayên YJA STAR’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandin û diyar kirin ku 8’ê Adarê ji bo wan roja berxwedanê ye. Gerîlayên jin gotin ku heta jin hemû mafên xwe bidest bixin wê xwedî li vê roja berxwedanê derkevin.

Gerîlayên YJA STAR’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê nirxandin û diyar kirin ku 8’ê Adarê ji bo wan roja berxwedanê ye û gotin heta jin hemû mafên xwe bidest nexin wê xwedî li vê roja berxwedanê derkevin.

Li Herêmên Parastina Medya em bi gerîlayên YJA Starê re axivîn û gerîlayan li  ser qetilkirinên jinan ên demên dawî ku di rojevê de ne sekinîn û bal kişandin ser girîngiya parastina cewherî ya jinan. Gerîlayên jin destnîşan kirin ku divê li dijî terora mêr pergala parastina cewherî ya jinan bê pêşxistin û ev ji bo jiyana jinê gelek girîng e. Hat destnîşankirin ku ew wek hêzên YJA Starê ji her demê zêdetir ji bo jin di warê leşkerî, siyasî û çandî de xurt bibin û heta jin di nava civakê de mafên xwe yên demokratîk bidest bixin wê têkoşîna xwe bidomînin.

JIN LI ÇIYAYAN DIBIN YEK Û AZAD DIBIN

HÊVÎDAR ŞÎRVAN: Pirsgirêka jinê civakî ye. Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re qetilkirinên jinan jî zêde bû. Di pergalê de wek mirov li jinan nanêrin. Jin bi derketina xwe ya çiyayan li dijî zîhniyeta serdest şer daye destpêkirin. Hêza leşkerî bi min daye qezençkirin. Hikûmeta AKP’ê bi pirsgirêka jinê re qet ne samimî ye. Jinan paşde dixîne, ji qetilkirinan re derî vedike. 

NÎRVANA MELEK: Ji bo me her roj 8’ê Adarê ye. Li çiyayan yekem car ez li ser xwe bûm xwedî gotin. Em bi hêz û îradeya xwe li vir in. Em li vir xwe ji nû ve heyî dikin. Berxwedana Kobanê berxwedana pîroz a jinan e. Di berxwedana Kobanê de hemû cîhan ji hêza jinê re bûn şahid, her kesî dît ku jin dikarin parastina xwe ya cewherî bikin û jiyanê ji nû ve heyî bikin. 

JIYAN PÎRAN: Erdoganê ku dibêje Zaza ne Kurd in, divê vê baş bizane ku Kurd wê êdî bi van polîtîkayên qirêj nayên xapandin. Ji ber ku gihiştine xwedî hişmendiyek mezin. Divê hemû jin ji fikr û çalakiyên ku ji qetilkirinên jinan re dawetnameyê derdixe re bêje bes e û têbikoşe. 

JIYAN ARAM: Ez bi eslê xwe Tirk im. Ez ji Enqereyê tevlî bûm. Têkoşîna jinê bi rêxistinbûn û hişmendiyê wê pêk bê. Dewlet sûcdaran diparêze. Ji ber vê yekê divê parastina wê ya cewherî hebe. Li dijî terora DAIŞ’ê jinan parastina xwe ya cewherî bi awayekî herî aktîf meşandin.

JI JINÊN KURD HÊZÊ DIGIRE

NÛPELDA EFRÎN: 8’ê Adarê sembola pêngava azadî û têkoşîna jinê ye. Min hêz ji jinên Kurd ên li Rojava li dijî DAIŞ’ê têdikoşin girt û ez tevlî gerîlayan bûm. Tişta ku herî zêde bandor li min kir, sekna gerîlayan a li dijî serdestan bû. Têkoşîna jinên Kurd li cîhanê bûye mînak. Ji bo ji zilmê re bêjin êdî bes e, divê hemû jinên Ereb û yên cîhanê tevlî gerîlayan bibin.

MADORA SERÊKANÎ: Hîskirina jinbûyînê bi perwerde û hişmendiyê dikare pêk bê. Têkoşîna me azadkirina jinê û ji nû ve heyîkirina wê ye. Jin li her derê cîhanê rastî şîdet, taciz, tecawiz û qetlîaman tên. Ji bo ji vê re bêjin êdî bes e, dema tevlîbûna têkoşîna hatiye. 

VIYAN DILEMAN: Jin di pergalê de bê îrade hatiye hiştin, avêtine plana duyemîn. Hêzên YJA Starê ev berevajî kirin. Em ji bo jiyaneke baş û ji bo jin bi rengê xwe bijîn têkoşînê dimeşînin.