'Bi projeyên Birêz Ocalan re jinê di jiyana siyasî û civakî de cih girt'

Alîkara Hevserokên HDP'ê Beştaş destnîşan kir, ku bi saya berxwedana şervanên YPJ û YJA Starê, cîhan behsa jinên Kurd dike.

Alîkara Hevserokên HDP'ê Beştaş destnîşan kir, ku bi saya berxwedana şervanên YPJ û YJA Starê, cîhan behsa jinên Kurd dike. Hevşaredara Baglarê Akat jî diyar kir ku di azadbûna jinên Kurd de Ocalan xwedî kedeke mezin e.

Koordînasyona Baglarê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) li Salona Şahiyê ya Geterler bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek lidar xist.

WÊNEYÊN OCALAN Û ARÎN MÎRXAN HATIN DALIQANDIN

Di çalakiyê de Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Hevşaredara Baglarê Bîrsen Kaya Akat, rêveberên jin ên HDP û DBP ên Baglarê, endamên jin ên meclîsa taxê, endamên Meclîsa Jinê yên Şaredariya Baglarê û gelek kes amade bûn. Li salona ku bi flamayên KJA'yê hat xemilandin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervana YPJ'ê Arîn Mîrxan a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, hat daliqandin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.

BEŞTAŞ: CÎHAN DER HEQÊ JINA KURD DE DIAXIVE

Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên dijberiya jinê û got, "Ji anîna zarokan a dinyayê heta kincên li xwe dike, hikûmet polîtîkayeke zordar li hemberî jinê dimeşîne."

Beştaş got, "Kes nikare der heqê jiyana me, karê me, baweriya me de biryarê bide. Biryara xwe em ê bi xwe bidin. Ji ber ku em azad in. Jin azad be hingî civak azad dibe." Beştaş da xuyakirin ku bi saya berxwedana şervanên YPJ li Rojava, şervanên YJA Star li Şengalê, îro tevahiya cîhan behsa jinên Kurd dike.

AKAT: DI AZADBÛNA JINÊ DE OCALAN XWEDÎ KEDEKE MEZIN E

Hevşaredara Baglarê Bîrsen Kaya Akat jî got, "Me duh 3 hevalên xwe yên jin defin kirin. Ji ber definkirina 3 hevalên xwe yên jin ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, em xemgîn in. Lê belê navên wan bi tîpên zêrîn hatin nivîsandin. Ew ê ti carî ji dil û mejiyê gelê Kurd dernekevin. Em ê jî di rêya wan de bimeşin."

Akat ragihand ku bi pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurd re li Kurdistanê jinan hîn bêhtir cihê xwe di nava têkoşînê de girtin û anî ziman ku di azadbûna jinê de keda Ocalan gelekî zêde ye. Akat got, "Bi saya qîmet û projeyên Birêz Ocalan ên ji bo jinê, li Kurdistanê jinê cihê xwe di nava jiyana siyasî û civakî de girtiye."