JIN
Hemû Nûçe
-
Akademiya Jinan a Sakîne Cansiz li Nisêbînê hat vekirin
Li Nisêbînê Akademiya Jinan a Sakîne Cansiz bi merasîmeke tevlîbûna sedan kesan hat vekirin. -
'Em ê dijminê jinan nekin serok'
Jinên endamên Halkevî bi şîara, “Em ê dijminê jinan nekin serok” li Qada Galatasaray çalakî li dar xistin. -
Hat îdîakirin li Edeneyê jineke ciwan xwe kuştiye
Li Edeneyê, hat îdîakirin ku jina 19 salî ya berî du mehan bi mehra olî zewicî, dawî li jiyana xwe aniye. -
Ji bo sê jinên şoreşger li Munchenê edalet hat xwestin
Çalakiyên edaletê yên ji bo sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez vê hefteyê jî dewam kirin. -
Li Papûa Nû Gîne'yê bila dawî li qetilkirina 'pîrebok' bê anîn!
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwest, li Papûa Nû Gîne'yê dawî li sûcên li dijî jinê yên bi gumana 'pîrebokê' bê anîn. -
11. Festîvala Jinê ya Zîlan di 13'ê Hezîranê de ye
11. Festîvala Jinê ya Zîlan, wê di 13'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê" were lidarxistin. -
Mirineke bi guman a jinekê
Li Îpekyolu ya Wanê, jina bi navê Cemîle Dayan li mala xwe bi awayekî daliqandî hat dîtin. -
KJA’yê nerazîbûn nîşanî biryara dozger a ‘daxwaza wan hebûye’ da
KJA’yê nerazîbûn nîşanî biryara dozger ya di doza îstîsmara zayendî de ya ‘daxwaza wê hebûye’ da û got ev bêhiqûqî û bêexlaqiya hatiye jiyîn, rewşa şênber a polîtîkaya tinekirina jinê ya dewletê ye. KJA’yê bang li hemû jinan kir. -
Jinên endamên TJKE di Nobeta Azadiyê de ne
Nobeta Ji Ocalan re Azadî ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên Ewropayê ye roja 1065’an li pey xwe hişt. Vê hefteyê endamên Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê (TJKE) çalakî dewr girtin. -
Li Çorûmê jinek hat qetilkirin
Li Çorûmê Durdane Yuksel ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin. -
KJA: Kesên nûçegihana JINHA Akin tehdîd kirin divê bên dîtin û darizandin
KJA, diyar kir ku nûçegihana JINHA Zeynep Akin ji aliyê du kesan ve hatiye tehdîdkirin û bang kir ku divê fail bên dîtin û bên darizandin. -
Pêwîst e têkoşîna li hember pirsgirêka bûkên zarok bê lezkirin
Civîn ji aliyê rêxistina "Girls not Brides" an jî “Ne hevser zaroka keç e” ya li 70 welatan 450 rêxistinên civaka sîvîl anî gel hev hat lidarxistin. -
Jinan 3 hezar kulîlk çandin
Di pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de xebatkarên jin 3 hezar kulîlk çandin. -
Li Amerîka Latîn kampanya ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan
Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî û Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya li Arjantînê, ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan dest bi kampanyayê kirin. -
Hacer Aladag ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin
Li Erxenî jina bi navê Hacer Aladag ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin. -
KJAR'ê piştevaniya jinên Arjantînî silav kir
Koordînasyona Komalgaya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) piştevaniya jinên Arjantînî ya li Zeynep Celaliyan û Ferînaz Xosrewanî silav kir û destnîşan kir ku têkoşîneke hevpar a jinan dikare pergala dîktator a dewletan têk bibe. -
Çalakiyên 'edaletê' li 3 bajaran dewam kirin
Li Viyana, Munchen û Bruksekê, ji bo aşkerakirin kujerên ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, çalakiyên edaletê hatin lidarxistin. -
Xebatkara KJA Bayram hat defnkirin
Xebatkara KJA Fadile Bayram li Edeneyê ji aliyê hezaran ve hat defnkirin. -
Ji Meclîsa Jinan a Ronahî civîna perwerdehiya sê rojan
Meclîsa Jinan a Ronahî di navbera 15-16-17’ê Gulanê de li bajarê Hannover a Elmanyayê civîneke perwerdeyê pêk anî. -
1. konferansa Jineolojiyê li herêmên gerîla pêk hat
1. Konfernsa Jineolojiyê di navbera 11-15’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdarbûna 120 delegeyî pêk hat. -
Rewşa jina ciwan a li êrîşa çekdarî rast hat krîtîk e
Li navçeya Amed Erxeniyê, Mûtlû Kaya ya 19 salî ya li mala xwe bi birîndarî hat dîtin, rewşa wê krîtîk e. -
KJK’ê, êrîşên li hember HDP’ê yên li Edene û Mersînê şermezar kir
Koordînasyona KJK’ê ya êrîşên hemwext ên li Edene û Mersînê li dijî avahiyên HDP’ê şermezar kir, got ku mîhraqên faşîzan û desthilatperest ên tehemûlî pêşketina HDP’ê nakin li êrîşeke xwe li Edene û Mêrsînê zêde kirine. -
Jina ciwan li mala xwe bi bîrindarî hat dîtin
Li navçeya Erxenî ya Amedê jina ciwan a bi navê Mutlu Kaya li mala xwe bi awayekî ku ji serê xwe gule xwariye hat dîtin. -
PAJK: Em ê xeyalên jiyana azad a şehîdên xwe pêk bînin
Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek da û ‘Şehîdên meha Gulanê’ bi rêzdarî bibîr anî û got: “Em diyar dikin ku em ê her tim bibin şopdarên wan û hesreta wan pêk bînin. Em soza xwe ya pêkanîna, xeyalên jiyana wan a azad, dubare dikin.” -
Meclîsa Jinê ya Rozerîn a Dortmûndê kongreya xwe lidar xist
Meclîsa Jinê ya Rozerîn a li bajarê Elmanya Dortmûndê kongreya xwe lidar xist.