KJA’yê nerazîbûn nîşanî biryara dozger a ‘daxwaza wan hebûye’ da

KJA’yê nerazîbûn nîşanî biryara dozger ya di doza îstîsmara zayendî de ya ‘daxwaza wê hebûye’ da û got ev bêhiqûqî û bêexlaqiya hatiye jiyîn, rewşa şênber a polîtîkaya tinekirina jinê ya dewletê ye. KJA’yê bang li hemû jinan kir.

KJA’yê nerazîbûn nîşanî biryara dozger a di doza îstîsmara zayendî de ya ‘daxwaza wê hebûye’ da û got ev bêhiqûqî û bêexlaqiya hatiye jiyîn, rewşa şênber a polîtîkaya tinekirina jinê ya dewletê ye. KJA’yê bang li hemû jinan kir. 

Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî biryara dozger a doza îstîsmara zayendî ya li Amedê de ya ‘daxwaza wê hebûye’ de daxuyaniyek nivîskî da.

KJA got: “Di 2014’an de kesên ku li mala xwe sê zarokên keç îstîsmar kir û di lêgerîna li mala wî de belgeyên êrîşên zayendî ya li ser zarokan û vîdeoyên pornografîk hatine dîtin. Ji bo tecawizkar 150 sal ceza hat xwestin lê dozger bi hinceta ‘daxwaza wan hebûye’ ceza daxist 10 salan. Tevî dîmen û wêneyên ji bûyerê re gotin ‘îstîsmara zayendî ya sivik e.”

POLÎTÎKAYA TINEKIRINA JINÊ

Daxuyaniyê de hat gotin ku polîtîkayên tinekirina jinê roj bi roj didomin û bûyera li Amedê pêk hatiye, careke din ev nîşan daye û got: “Mejiyê dewletê mejiyê mêr e. Tecawiz û qirkirin ji dewletê ne serbixwetir e.  Ji ber vê jî ev rewşa şênber a polîtîkaya tinekirina jinê ya dewletê ye.”

Di daxuyaniyê de KJA’yê bang li hemû jinan kir ku li dijî van bûyeran bertek nîşan bidin.