Li Papûa Nû Gîne'yê bila dawî li qetilkirina 'pîrebok' bê anîn!
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwest, li Papûa Nû Gîne'yê dawî li sûcên li dijî jinê yên bi gumana 'pîrebokê' bê anîn.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwest, li Papûa Nû Gîne'yê dawî li sûcên li dijî jinê yên bi gumana 'pîrebokê' bê anîn.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwest, li Papûa Nû Gîne'yê dawî li sûcên li dijî jinê yên bi gumana 'pîrebokê' bê anîn.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku qurbana dawî ya bi navê Mîsîlîa tê naskirin, bi kêran hatiye qetilkirin.
Bûyera tirsnak beriya hefteyekê li herêma Hîghlandsê rû da.
Ji Rêxistina Efûyê Kate Schûetze got, "Qetilkirina Mîsîlîa ya bi hovîtiyê nîşan dide ku hikûmeta Papûa Nû Gîne'yê di astengkirina pêla êrîşan a li hemberî mirovên bi pîrebokbûyînê tên sûcdarkirin û piraniya van qurbaniyan jî jin in, neserketî ye."
Rêxistina Efûyê bang li hikûmetê kir ku tavilê bikeve nava tevgerê û kiryarên van êrîşan derxîne pêşberî edaletê.
Di sala 2013'an de jineke ciwan bi hovane hatibû qetilkirin û bi vê yekê re pirsgirêk careke din ketibû rojevê. Jina bi navê Keparî Lenîata ya 20 salî, piştî ku hat tazîkirin, dest û lingên wê hatibû girêdan, benzîn bi ser wê ve hatibû rijandin û bi saxî hatibû şewitandin. Ev bûyer li pêş çavê malbata zarokekî wan ji nexweşiyê miribû, hat kirin.
Rêxistina Efûyê da zanîn ku piştî vê bûyera dawî, du jinên din jî rastî êrîşê hatin û piştî demeke kurt a ragirtinê reviyane û xwe rizgar kirine. Tevî jina hat qetilkirin her sê jin, bi mehan dihat tehdîtkirin.
Rêxistina Efûyê dixwaze ev jin werin parastin û polîs ji bo parastina mirovên bi xeteriyê re rû bi rû ne, biçin gundan.