Meclîsa Jinê ya Rozerîn a Dortmûndê kongreya xwe lidar xist

Meclîsa Jinê ya Rozerîn a li bajarê Elmanya Dortmûndê kongreya xwe lidar xist.

Meclîsa Jinê ya Rozerîn a li bajarê Elmanya Dortmûndê kongreya xwe lidar xist.
Di kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, piştî hilbijartina dîwanê "Şehîdên Meha Gulanê" hatin bîranîn. Di kongreyê de rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin û bi taybetî bal hat kişandin ser girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Hat ragihandin ku girîng e jin bi awayekî aktîf beşdarî xebatên hilbijartinan bibin. Jinan ji bo serketina HDP a vîna jinan herî baş temsîl dike, bang li jinan kirin ku bi ruhê seferberiyê bixebitin.

Dûre rapora xebata salekê ya Meclîsa Jinê ya Rozerîn hat xwendin û xebat hatin nirxandin. Di nirxandinan de hat destnîşankirin ku rêxistinbûyîna jinê tê wateya azadiyê û bidestxistina vîna jinê. Hat gotin ku ev yek jî ancax bi rêxistinbûyîna li Meclîsê dibe. Li se vê bingehê hat destnîşankirin ku bi rêxistinbûyîneke xurt bersiv ji pêwîstiyên civak û jinê re dikare were dayîn.

Dûre Meclîsa ji 33 kesan hat hilbijartin. Jinên bi navê Cennet û Gulîzar jî ji bo Hevberdevkiya Meclîsê hatin hilbijartin. Li dû kongreyê jin bi awayekî komî çûn ser sindoqan û dengê xwe bikar anîn.

...