Jinan 3 hezar kulîlk çandin

Di pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de xebatkarên jin 3 hezar kulîlk çandin.

Di pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de xebatkarên jin 3 hezar kulîlk çandin.

Di pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de xebatkarên jin bi aktîvîteyekê 3 hezar kulîlk çandin. Kulîlk li seraya Midûriyeta Şaxa Qada Heşîn û Şitlan a Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Xwezayê ya Şaredariya Bajarê Mezin hatin çandin. Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Mekiye Guzel têkildarî mijarê got ku wek Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan têkildarî jinan rêzexebatan bi rê ve dibin û jin bi vê aktîvîteyê anîne gel hev.

Guzel bal kişand ser girîngiya demsala biharê û wiha dewam kir: “Me demsal wek firsendekê dît û ji bo Mêrdîn bibe xwedî manzarayeke hê xweşk û heşîn me aktîvîteyeke wiha pêk anî. Di vê aktîvîteyê de armanca me ya herî girîng yekîtiya jinan û piştevaniya wan e. Em di gelek aktîvîteyan de bi jinan re tên gel hev. Herî dawî me bi çandina 3 hezar kulîlkan jin anîn gel hev. Em ê van kulîlkan li jinên Mêrdînî belav bikin. Li cihên ku jin lê pêwîst e guhertin û pêşketin hebin û divê em jî pêşengê wê pêşketinê bin.”

Guzel her wiha der barê xebatên jinan ên li Mêrdînê jî agahî da û got ku di rojên pêşiya me de ji bo Navenda Jinan a Arîn wê kampanyaya pirtûkan bidin destpêkirin.