Jinên endamên TJKE di Nobeta Azadiyê de ne
Nobeta Ji Ocalan re Azadî ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên Ewropayê ye roja 1065’an li pey xwe hişt. Vê hefteyê endamên Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê (TJKE) çalakî dewr girtin.

Endamên TJKE’ê roja yekşemê çalakiya ku ket hefteya 153. a li ber Konseya Ewropayê didome, dewr girtin û têkildarî jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahdariyê dikin. Çalakgerên jin her wiha têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, berxwedana li Rojava û têkoşîna jinên Kurd de dan û standina fikir û nêrînan dikin.
Li ser navê komê endama TJKE’ê Hêzil Amara daxuyanî xwend û got: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serî de azadiya jinên Kurd, azadiya hemû jinên cîhanê ye.”
DI HEDEFA ÊRÎŞAN DE JIN HENE
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn tên kirin, qirkirina çandî pêk tînin û hat gotin ku bi taybet jî di hedefa êrîşan de jin hene.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Pergala kapîtalîst li dijî jinê êrîşên hovene dimeşîne û divê li dijî van êrîşan di têkoşînê de aktîftir bê dayîn. Ji bo pûçkirina polîtîkayên jinan hedef digirin, divê em di têkoşînê de aktîftir bin. Di vî alî de divê em têkoşînê bilind bikin û pergala konfederal a demokratîk ava bikin.”
DIVÊ JIN BIÇIN SER SINDOQAN
Çalakgeran her wiha bang hemû jinan kirin ku li dora HDP’ê bibin xelek û gotin: "Em bang li hemû gelê xwe û hilbijêran dikin ku biçin ser sindoqan. Dengek jî dengek e. Dengek dikare şer û mirinan bide sekinandin."
Endamên TJKE’ê mehê carekê Nobeta Azadiya ji bo Ocalan didomînin. Di çalakiya ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de destpê kiriye de, heta niha bi sed hezaran, belavok, bruşor hatine belavkirin. Çalakî li taxa Robertsau ya ku saziyên weke Konseya Ewropayê, PE û DMME’ê lê ye, didome.