KJK’ê, êrîşên li hember HDP’ê yên li Edene û Mersînê şermezar kir

Koordînasyona KJK’ê ya êrîşên hemwext ên li Edene û Mersînê li dijî avahiyên HDP’ê şermezar kir, got ku mîhraqên faşîzan û desthilatperest ên tehemûlî pêşketina HDP’ê nakin li êrîşeke xwe li Edene û Mêrsînê zêde kirine.

Koordînasyona KJK’ê ya êrîşên hemwext ên li Edene û Mersînê li dijî avahiyên HDP’ê şermezar kir, got ku mîhraqên faşîzan û desthilatperest ên tehemûlî pêşketina HDP’ê nakin êrîşêke xwe li Edene û Mêrsînê zêde kirine.

Koordînasyona KJK’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “Li hember hemû mirov û nasnameyên li Tirkiyeyê berpirsyartiyên me hene. Em ê bi ziman û nasnameya xwe bibin welatiyên bi rûmet ên vî welatî. Em ê bibin Abdal, bibin Tirk, Kurd. Em ê bibin Elewî û Sûnnî. Lê destpêkê em bi hev re bibin xwişk û bira.” Hat diyarkirin ku mîhraqên faşîzan û desthilatperest ên tehemûlî pêşketina HDP’ê ya di her firsendê de peyama xwe bi gelên Tirkiyeyê re parve dike, nakin êrîşeke xwe li Edene û Mêrsînê zêde kirine.

Koordînasyona KJK’ê da xuyakirin ku êrîşa li hember HDP’ya ku destê xwe yê aştî, demokrasî û biratiyê dirêjî Tirkiyeyê dike, li hember yekîtiya gelan, xwişk û biratiyê ye. KJK’ê got: “Li vî welatî hêzên desthilatdariyê yê tirsa wê desthilatdariya wan ji dest wan biçe, saltanata wan biheje dijîn hene. Lewma ji bo pêşketina HDP’ya li Tirkiyeyê hêviya bindest, ciwan, sosyalîst û jinan e di bin bendê de bihêlin her cure kampanyayên provokasyon, bêbextî û derewan didomînin. Navendên hêzên van êrîşan pêk tînin ne navendên ku nayên zanîn. Bi van êrîşên ku yekîneyên şerên taybet ên hêzên desthilatdariyê yên Tirkiyeyê xwe dipêrin wan, tê xwestin ku civaka Tirkiye bê îstîqrar bibe. Ev hêzên ku di destê wan de her cure derfet hene, dîtin ku wê HDP bendavê tarûmar bike. Ji ber ev dîtin li 62 deveran êrîşî buroyên HDP’ê kirin, êrîşî namzetan kirin. Li her cihî hewl didin bi zexta qirêj û zorbatiya şîdetê meşa demokrasiyê ya bi heybet a gelên me rawestînin.

AKP’ê ji ber dît ku nikare hebûn û pêşketina HDP’ê rawestîne xwe spart siya hêzên tarî û êrîşên xwe dijwar dike. Armanç ev e ku beriya 7’ê Hezîranê li hember gelên me atmosfera şer û aloziyê pêş bixe.

Ev hêz tengezar in ku nikarin bi demokrasiyê qezenç bikin. Ji ber vê yekê bi zimanê şer ê ku pir baş bê dizane, derketin pêşberî HDP'ê. Em jî dibêjin li vî welatî, siyaseta wekhevî, xwişk û biratiyê berdêla wê çi dibe bila bibe, wê bi ser bikeve. AKP bi têgihiştina 'eger HDP'ê li binê bendê bihêlim ez ê xurt bibim' bi hêz û helwestên provokatîf tevdigere. AKP ku êdî ji hewldanên provokatîf hêviyan dike, bi van êrîşên xwe yên qirêj re raxistiye pêş çavan ku çiqasî ji vîna rêxistinbûyî ya gelên me ditirse."

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku baweriya wan a derbasbûna gelan, jin û ciwanan ji benda ji sedî 10'an a hilbijartinê tam e û got, "Me weke gelan, bi sedan salan li hemberî van polîtîka û êrîşên qirêj ên van îdeolojiyên serdest û partiyan li ber xwe dan. Li hemberî êrîşên rêxistinî yên van hêzên ku hebûn û zimanê wan sedema hebûna pirsgirêkê ne, em ê bi dengê xwe yê azad, bi vîna xwe ya bi hêz, bi nasnameya xwe ya rêxistinbûyî re em ê bizanibin ku bi hêza demokrasiyê bersivê bidin partiyên desthilatdar çavsorî. Lewma weke jin, divê em HDP'ê weke partiya jinê bibînin û li hemberî van êrîşên li dijî nasname û vîna me ya azad tên kirin, hişyar bin û têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî xurt bikin. Tevî hemû hewldanên êrîşa provokatîf û qirêj a eniya faşîst, em ê bi biryardarî, bi xwestek, bi bawerî, bi zimanê aştî û biratiyê li her derê bin. Li her derê li dijî hemû êrîşan em hene-em ê her hebin.

Di vir de em dibêjin ku, tevahiya gelê me, jinên me, namzetên me û em hemû bi wezîfeyeke dîrokî re rû bi rû ne ku bi bawerî û ruhekî mezin ê şoreşgerî vê pêvajoya pêngavî di 7'ê Hezîranê de bi ser bixînin. Ev yek deynê me ji bo nirxên me û şehîdên me ye. Bi vê wesîleyê em careke din ji gelê xwe, ciwanên xwe û jinên xwe re dibêjin ku roj roja xwedîderketina li rûmet û nirxên demokratîk e. Li hemberî her şêweyên provokasyonên partî û yekîneyên şerê taybet ên vekirî û veşartî divê tedbîr werin girtin û li her qadan em dengê xwe yê rêxistinbûyîn, vîna xwe ji her demê bêhtir bi geş nîşan bidin û roja 7'ê Hezîranê bikin roja rast a serdest jê ditirsin."