Akademiya Jinan a Sakîne Cansiz li Nisêbînê hat vekirin

Li Nisêbînê Akademiya Jinan a Sakîne Cansiz bi merasîmeke tevlîbûna sedan kesan hat vekirin.

Li Nisêbînê Akademiya Jinan a Sakîne Cansiz bi merasîmeke tevlîbûna sedan kesan hat vekirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di pêşengiya KJA de Akademiya Jinan a Sakîne Cansiz hat vekirin. Bi sedan kesên di nav wan de endamên KJA, rêveberên bajêr û navçeyê yên HDP û DBP’ê jî ku hebûn, li ber Navenda Çandê ya Mîtannî kom bûn û ber bi Taxa Yenîşehîr a akademî lê ye meşiyan. Di meşa bi dahol û zirneyê dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana YPJ" hatin gotin.

Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu li ber akademiyê xîtabî gel kir û got: “Di salên 1990’an de tecawizî bi sedan jinan kirin û ew tacîz kirin, îşkence li wan kirin û bi vî awayî xwestin têkoşîna jina Kurd têk bibin. Lê belê têkoşîna jinên Kurd li Rojhilata Navîn û tevayî cîhanê rola pêşeng dilîze.”

Piştî lîstîka koma folklorê ya Navenda Çandê ya Mîtannî akademî hat vekirin.