Ji bo sê jinên şoreşger li Munchenê edalet hat xwestin

Çalakiyên edaletê yên ji bo sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez vê hefteyê jî dewam kirin.

Çalakiyên edaletê yên ji bo sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez vê hefteyê jî dewam kirin.

Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Munchenê de ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez edalet hat xwestin.

Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku dewleta Fransa bi bêdengiya xwe re hevkariya xwe ya di vî sûcî de nîşan dide. Der barê komkujiyê de li mirovên derdorê belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.