Pêwîst e têkoşîna li hember pirsgirêka bûkên zarok bê lezkirin

Civîn ji aliyê rêxistina "Girls not Brides" an jî “Ne hevser zaroka keç e” ya li 70 welatan 450 rêxistinên civaka sîvîl anî gel hev hat lidarxistin.

Civîn ji aliyê rêxistina "Girls not Brides" an jî “Ne hevser zaroka keç e” ya li 70 welatan 450 rêxistinên civaka sîvîl anî gel hev hat lidarxistin.

Di konferansa ji Sêşemê heta Pêncşemê 3 rojan dewam kir, hat diyarkirin ku eger heta sala 2050 tiştek neyê kirin wê 1,2 mîlyar zarokên keç bi darê zorê bên zewicandin.

Gerînendeya Rêveberiyê ya"Girls not Brides"ın Lakshmi Sundaram got: "Li cîhanê her sal 15 mîlyon zarokên keç tên zewicandin. Li welatên pêş dikevin ji her 3 keçan yek beriya 18 salî, ji her 9 keçan yek beriya 15 salî tên zewicandin.

Ev pirsgirêk herî zêde li Bangladeş, Hîndîstan û Nîjer rû didin.

Li gor UNICEF'ê tenê li Nîjer 244 hezar zarokên keç berî bikevin 18 saliya xwe hatin zewicandin.

Bi gotineke din li Nîjer ji her 4 zarokên keç 3 berî 18 salî hatine zewicandin.

Ji Koalîsyona Rêxistinên Mafê Mirovan a Nîjer Mûsa Sîdîku got, "Zarokên naçin dibistanê, xizanî û cehalet faktorên herî sereke ne.”

Neteweyên Yekbûyî di dawiya sala 2014’an de cara yekemîn biryareke ku bang hikûmetan dike zewacên zarokan qedexe bikin erê kir.

Yekîtiya Ewropayê, ji bo dawî li zewacên zarokan bigire kampanyaya têkoşîna du salan da destpêkirin. Piraniya hikûmetên Asyaya Başûr ji bo bi hev re tevbigerin planeke herêmî qebûl kirin.

Bûkên zarok tenê li welatên pêş dikevin rû nade. Di nav civakên koçber ên li welatên rojava jî bi awayekî zêde tê dîtin.