Hat îdîakirin li Edeneyê jineke ciwan xwe kuştiye

Li Edeneyê, hat îdîakirin ku jina 19 salî ya berî du mehan bi mehra olî zewicî, dawî li jiyana xwe aniye.

Bîlcan Abîk (19) a li taxa Gulbahçesî ya navçeya Seyhanê dijiya, berî du mehan bi kesê bi navê Îlhan Demîr re mehra dînî kir û li cem wî ma. Abîk danê sibehê li odeya xwe bi awayekî daliqandî hat dîtin.

Cenazeyê Abîk ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî, dûre jî li Goristana Kuçukoba hat veşartin.

Di navbera malbatên Abîk û Demîr de ji ber bûyerê pevçûn derket. Di vê pevçûnê de kesek ji serê xwe birîndar bû.