Li Amerîka Latîn kampanya ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî û Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya li Arjantînê, ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan dest bi kampanyayê kirin.

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî û Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya li Arjantînê, ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan dest bi kampanyayê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Bûenos Aîresê bi tevgerên jinan, sendîka, partiyên siyasî, endamên meclîsa neteweyî, parlamenterên jin, rêxistinên mafên mirovan, parêzerên jin û Yekîtiya Baroyên Bûenos Aîres re hevdîtin hat kirin, îmze hatin komkirin.

Bi vê armancê duh li ber Sefaretxaneya Îranê ya li Bûenos Aîresê çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Tevî rêxistinên jinan û tegerên civakî siyasetmedar, nûnerên sendîka û endamên çapemeniyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyê Zeyneb Celaliyan û jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrewanî ya ji bo ji tecawizkariya îstîxbarata Îranê xwe rizgar bike dawî li jiyana xwe anî, hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de her wiha hat xwestin, ku îmzeyên ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan hatine komkirin, weke dosyayekê radestî Sefaretxaneya Îranê bên kirin. Heyeta ji endam Parlamenta Xweser a Bûenos Aîresê Laûra Morrone, ji Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortînas, ji Tevgera Sosyalîst Marîa Alvarez û ji Nûnertiya Jinên Kurd Melîke Yaşar hewl da dosyayê radestî Sefretxaneyê bikin. Lê belê Sefîrê Îranê ku berê diyar kiribû ku ew ê heyetê qebûl bike, di dema çalakiyê de heyet qebûl nekir.

Laûra Marrone li vir daxuyaniyek da û got, "Em îro li vê derê ne ku dixwazin piştevaniya xwe ji bo jinên Kurd ên li dijî dewletên ji serdestiya mêr têdikoş in, nîşan bidin. Her çend li welatê me jî şîdeta li hemberî jinê di asta herî bilind de be jî, jinên Kurd li hemberî şîdeta herî dijwar têdikoş in. Mînaka dawî ya vê zîhniyeta serdestiya mêr îro li ber derê sefaretxaneyê derket pêşiya me û nehişt em derbasî hundir bibin. Lê em ê dawî li têkoşîna xwe nînin. Eger pêwîstî pê hebe em ê her roj li ber xwe bidin, bikevin hundir û protestoya xwe pêk bînin."

Ji Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortînas jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Em dixwazin ji Sefaretxaneya Bilind a Îranê re vê bêjin; Em weke dayik, heta dawiyê destekê didin têkoşîna jinên Kurd û heta hevala me Zeyneb azad bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Li aliyê din, Kampanya Azadî ji Zeyneb Celaliyan re, li Brezîlya, Venezûela, Ûrûgûay, Ekvator, Şîlî û Bolîvya ku Komîteyên Piştevaniya Kurdistanê lê hene, hat destpêkirin.

Yên îmze avêtine binê lîsteyê ev in:

Laûra Marrone endama Parlamenta Xweser a Bûenos Aîres, Eniya Çep û Karker (FIT); Jûan Carlos Gîordano, Endamê Parlamenta Xweser a Bûenos Aîres, Eniya Çep û Karker (FIT); Rubén “Pollo” Sobrero, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Rêyên Hesinî Moron , Sarmîento Railway; Edgardo Reynoso, Sendîkaya Karkerên Rêyên Hesinî Moron; Mónica Schlotawer, Sendîkaya Karên Rêyê Hesinî Moron; Jorge Adaro, Sekretera Giştî ya Ademys; Liliana Olivero, Parlamentera Eyaleta Cordoba, Eniya Çep û Kaker (FIT); Graciela Calderón, Sekretera Duyemîn a SUTEBA (Sendîkaay Perwerdekarên Bûenos Aîres) Matanza; Silvia Fernández, Sekretera Giştî ya Suteba, Tigre City; Angélica Lagunas, Parlamentera Eyaleta Neuquén, Eniya Çep û Karker (FIT); Nahuel Fernández, Seroka Sendîkaya Xwendekarên Zanistên Civakî, Buenos Aires Universities; Nora Morales de Cortiñas, Dayikên Plaza de Mayo; Elia Espen, Dayikên Plaza de Mayo; Victoria Donda, Parlamentera Federal a Partiya Başûr; Néstor Pitrola, Parlamentera Federal, Eniya Çep û Karkeran (FIT); Claudia Ferrero, Parêzer, APEL; Mirta de Baravalle, Dayikên Plaza de Mayo; Myriam Bregman, Parlamenterê Federal, Eniya Çep û Karkeran(FIT); Pablo Pimentel, Meclîsa Mafên Mirovan a La Matanza; María del Carmen Verdú, Correpi; Guillermo Kane, Parlamentera Federal, Eniya Çep û Karkeran (FIT); Cecilia Gallinger, Sendîkaya Karkerên Navendî Lomas de Zamora Arjantin, (CTA); Nora Quercia, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karmendên Dewletê, (ATE); Alfredo Machuca, Sekreterê Fînansê yê SUTEBA-Matanza; José Magallanes, Sekretera Giştî ya SUTEBA-Escobar; Lidia Braceras, SUTEBA-Quilmes; Alfredo Cáceres, Sekretera Giştî ya SUTEBA-Tigre; Amelia García, Sewkrtera Giştî ya SUTEBA-La Plata; Claudia Consiglio, Sekreterê Duyemîn ê SUTEBA-Escobar; Raul Godoy, Parlamenterê Eyaleta Neuquén, Eniya Çep û Karkeran (FIT); Alejandro Aviles, Sekreterê Giştî yê ATEN (Komeleya Karkerên Perwerdeyê Neuquen)-Zapala; Martín Maliqueo, Lîdera Gel a Mapuche, Neuquén; Lilia Calderón, Konfederasyona Neuquén Mapuche; Analía Casafú, Meclîsên Gel.

...