11. Festîvala Jinê ya Zîlan di 13'ê Hezîranê de ye
11. Festîvala Jinê ya Zîlan, wê di 13'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê" were lidarxistin.
11. Festîvala Jinê ya Zîlan, wê di 13'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê" were lidarxistin.
11. Festîvala Jinê ya Zîlan, wê di 13'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê" were lidarxistin.
Festîvala Jinê ya Zîlan ku îsal cara 11. e tê lidarxistin, wê di 13'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê pêk were. Di festîvalê de, di kesayetiya aberxwedan Rojava û Şengalê de wê hemû jinên li cîhanê li ber xwe didin bên silavkirin.
Dirûşmên bingehîn ên festîvalê jî "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinê" û "Jin bi Rêbertiya azad re neteweya demokratîk ava dikin" e. Festîvala ku her sal bi awayekî kevneşop ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ ve tê organîzekirin, ji Meclîsên Jinên Kurd jî destekê dibîne.
Endama Desteya Rêveber a CENÎ Ayten Kaplan diyar kir ku ew dixwazin bi festîvalê re sînoran derbas bikin. Kaplan da xuyakirin ku festîval ji bo danasîna keda jinê zemîneke girîng e.
Kaplan got, "Em festîvala îsal di kesayetiya şehîda destpêkê ya YPJ'ê Silav Efrîn, sembola berxwedana Kobanê Arîn Mîrxan û şehîda Rojava Îvana Hoffmann a enternasyonalîst de, diyarî hemû jinên di berxwedanên li Şengal û Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, dikin" û destnîşan kir ku ew ê di festîvalê de xwedî li Fehrûde ya li Afganîstanê û Ferînaz a li Mahabadê derkevin.
Kaplan diyar kir ku ji bo festîvalê ev 6 meh in ew amadekariyan dikin û tevî jinên Kurd ew li bendê ne ji tevgerên jinê yên berxwedana enternasyonalîst ên li Fransa, Hollanda, Belçîka û Elmanyayê li benda tevlîbûneke xurt in. Kaplan ev bang kir: "Ev festîval eynika têkoşîna jinê ye. Ji bo yên dixwazin me nas bikin ev zemîneke. Ji bo hevalên me yên jinên ciwan tecrûbeya berxwedana jinê hîn bibin, fêm bikin û bidin jiyîn, cihekî kombûnê ye. Bi vê wesîleyê em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî festîvalê bibin."
Kaplan diyar kir ku festîval xwedî bernameyeke dewlemend a çand û hunerê ye.