Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek da û ‘Şehîdên meha Gulanê’ bi rêzdarî bibîr anî û got: “Em diyar dikin ku em ê her tim bibin şopdarên wan û hesreta wan pêk bînin, di rêya heqîqet û wateyê ya ronîkirine de, bi biryareke mezin bimeşin. Em soza xwe ya pêkanîna, xeyalên jiyana wan a azad, dubare dikin.”
Koordînasyona PAJK’ê di daxuyaniya nivîskî de wiha berdewam kir: “Em di şexsê şehîdê xwe yê yekem ku ji destpêka têkoşîna me heta îro meşaleya berxwedan û wateyê hilda û bû ronahî û rêya me ronî kir, Hakî Karer û Çaran de, hemû şehîdên meha Gulanê bibîr tînin û li hember bîranîna wan bi rêzdarî bejna ditewînin.
Em soza xwe ya dilsoziya bi heval Hakî Karer ku di 18’ê Gulana 1977’an de bi şehadeta xwe bû navê sembola dîyalektîka berxwedana me, Çaran, Akîf Yilmaz, Necmî Oner, Eşref Anyik û Ferhat Kurtay ku li zîndanan li dijî tarîtiya hat ferzkirin bedena xwe kirin agir û ronî kirin, hevala Gurbet Aydin (Mizgîn) ku strana azadiya jinê bi strana çiyayan re kir yek, Şîrîn Elemhulî (Ronahî), şehîdên Hewlêrê, hemû şehîdên xwe, dubare dikin. Dîsa em Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ku 6’ê Gulanê hatin darvekirin bi baweriya xwe ya biratiya gelan û ruhê neteweya demokratîk bibîr tînin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rastiya şehîdan bingeha tevgera azadiya Kurd temsîl dike û hat gotin ku heqîqeta wateya têkoşîna wan di vê rastiyê de veşariye.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “PAJK û PKK di vî alî de partiyên şehîdan e. Rastiya ku ji koma îdeolojîk partiyê diafirîne, ev e ku Rêbertiya me di şexsê Hakî Karer de bi girêdayîn û ruhê xwe pêngava şehadetê, hewl daye têkoşînê, merheleyê pêşde bibe. Di rastiya Rêbertiyê de her tim girêdayîna bi şehîd re, zêdetir bûye îrade, hişmendî, pêşketin û nûbûn. Hevalê Hakî Karer yekem şehîdê partîbûna ku taybetiyên mîlîtanî û partiyê şênbertir bûye. Şehîd, îfadeya felsefeya jiyana azad û yekîtiyê, biryarbûna têkoşînê, mezinbûn û zêdebûnê ye. Di vî alî de li ser esasê girêdayîna xeta şehîdan, zêdetir têkoşîn, mezinkirina berxwedanê, lêgerîna heqîqetê, welatê azad, jina azad û neteweya demokratîk de, şênberbûn esas e.
Pêşengiya PAJK’ê jî di têkoşîna azadiya Kurd de bi diyalektîkek wisa mezin bû, zêde bû, kûr bû û hat van rojan. Li Kurdistanê rastiya serhildanê jî, bi heman awayî bi baweriya girêdayîna şehîdan, xwedîderketina li nirxên hatine afirandin, derxistina têkoşînê ya serketinê, hatiye van rojan. Vejîn û berxwedana gelê Kurd, li dora nirxên wisa pîroz bû xelek û pêş ket. Xeta têkoşîn û jiyanê ya şehîdên me, îro di têkoşîna azadiya Bakur , şoreşa Rojava û Rojhilat de, di têkoşîna demokrasiya Başûr de, ji îfadeya serhildanê wêdetir, navê avakirina jiyan azad e. Navê şoreşa jinê ye, rêgezên têkoşîna azad û demokrasiyê ye.”
EM TÊKOŞÎNA AZADIYÊ MEZIN BIKIN
Di vî alî de ya esas ev e ku em hesreta şehîdên xwe di dil û mêjiyê xwe de bi kûrahî hîs bikin, ji bo ev bêrîkirinên ku îfadeya herî şênber a vê heqîqet û wateyê ye bikeve jiyanê, têkoşîn bê dayîn e. Her wiha rastiya jin, ciwan û gelê ku ji bo azadiya xwe rabûne ser piyan, ji xeta şehîdan hatiye afirandin. Li ser vî esasî em bang li hemû jinên Kurd û gelê xwe dikin ku zêdetir aktîf beşdarî têkoşîna avakirina jiyan azad dibin û têkoşîna azadiyê mezin bikin.
Di pêvajoyeke wisa de ku hevdîtin hatine birîn de, em bang dikin ku li dora Rêber Apo bibin xelek û hemû astengiyên li pêş azadiyê bên rakirin. Di serî de PAJK, hemû jinên Kurd û gelê me divê li her qadê têkoşîna Avakirina Jiyana Nû û Rizgariya Demokratîk ya Rêber Apo daye destpêkirin, bilind bikin û li dijî êrîşan li ser bingeha parastina cewherî bibin xwedî helwest. Girêdayîna şehîdan, bi şêweyên ku li her qadê pêşxistina parastina cewherî, mezinkirina berxwedanê û li ser esasê avakirina jiyan nû, wê şênberiyê qezenc bike. Jinên Kurd, malbatên şehîdan, gelê me û hemû hêzên demokrasiyê ji vir şûn ve divê zêdetir peywira xwe bînin cih.
Li ser vê bingehê de em şehîdên meha Gulanê careke din bibîr tînin û diyar dikin ku wek PAJK’ê em ê her tim şopdarên wan bin û soza pêkanîna hesretê wan dubare dikin.”