Hacer Aladag ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin
Li Erxenî jina bi navê Hacer Aladag ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin.
Li Erxenî jina bi navê Hacer Aladag ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin.
Li gundê Şîncîk ê girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê dayika 3 zarokan Hacer Aladag (30) duh bi şev ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin.
Hat ragihandin ku di navbera Aladag û hevserê wê de pirsgirêk hebûn û ji ber vê ev demeke li mala stargehê bi cih bibû.
Hat destnîşankirin ku Aladag a piştî bi hevserê xwe re li hev hat ji ber sedemeke nayê zanîn dîsa bi hevserê xwe pirsgirêk jiyaye û ji aliyê hevserê xwe Mûsa Aaladag ve hatiye qetilkirin.
Hat diyarkirin ku Mûsa Aladag ê hevsera xwe qetil kir piştî cinayetê li mala birayê xwe li ser îxbarekê hatiye binçavkirin.