KJAR'ê piştevaniya jinên Arjantînî silav kir

Koordînasyona Komalgaya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) piştevaniya jinên Arjantînî ya li Zeynep Celaliyan û Ferînaz Xosrewanî silav kir û destnîşan kir ku têkoşîneke hevpar a jinan dikare pergala dîktator a dewletan têk bibe.

KJAR'ê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku li kîjan devera cîhanê dibe bilav bibe êşên jinan yek e û destnîşan kir ku di roja îro de pirsgirêka jinê bûye pirsgirêkeke gerdûnî.

'PIRSGIRÊKA JINÊ GERDÛNÎ YE, ÇARESERÎ JÎ DIVÊ GERDÛNÎ BE'

Koordînasyona KJAR'ê ragihand ku ji jina herî modern heya jina di bin zexta civakeke dînperest û klasîk de dijî heman pirsgirêk derdikeve pêşberî jinan û got, "Çawa ku îro pirsgirêk hevpar û yekbin çareserî jî divê hevpar û gerdûnî bin. Li her devereke cîhanê jin qurbanên herî mezin ên zilamê desthilatdar û berhemê wê dewletê ne. Jin ji ber li herderê dibin qurbanên zêhniyeta zilam û dewletê ji lewma yên herî zêde li dijî dewletê serî radikin û ji pergalê nerazîne jî jinin. Eger di cîhanê de wê behsa muxalefeteke radîkal û hevpar a li hember dewletê were kirin jî wê jin be."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber vê sedemê dema îro jinek li devereke cîhanê rastî terora dewletê yan jî zilam tê, li seriyekî din ê cîhanê nerazîbûn tê nîşandan û hat destnîşan kir, ku bêrehmiya mêr û dewletê çiqasî dijwartir be, yekîtiya di navbera jinan de jî zêdetir dibe. KJAR'ê got, "Her diçe refleks û nerazîbûnên jinan hevpar dibe û jin li hember pirsgirêkên hev hişyar nêz dibin. Ji bo azadiya hevûdû xeman dixwin, êşa hev hîs dikin û di warê pratîkî de jî xwedî hêza çareseriyeke hevparin."

Koordînasyona KJAR'ê bibîr xist ku li Îranê bi ti awayî azadiya fikir nîne û dewleta Îranê li hember hemû fikir û çalakiyên mûxalîfê xwe bi awayeke herî hişk diçewisîne û da zanîn ku jinên li Îranê xwedî ti maf û ewlehiyeke jiyanê nîne, qurbanên herî mezin ên pergala mêr in.

'DI NAVBERA JINAN DE DIVÊ TI SÎNOR NEBIN, HEMÛ SÎNORÊN SÛNÎ WERIN RAKIRIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku jinên Kurd ên mafên wan ên însanbûn û jinbûyînê tên binpêkirin, ji ber ku mafên xwe diparêzin li her cure hovîtiya dewletê rast tên û hat gotin, "Hevala me Şîrîn Elehmhulî tevî sê hevalên xwe hate darvekirin. Hevala me Zeynep Celaliyan bi salane dibin şert û mercên herî giran yên zîndana rejîma Îranê de li ber xwe dide. Her cûre şerê taybet û psîkolojîk li ser birêve dibin. Cezayê wê yê darvekirinê di encama tekoşîn û hestyariyeke hevpar a jinan de veguherandin cezayê muebet. Lê, îro ji ber îşkenceyên mezin ên rejîmê hevala me çaveke xwe ji dest daye û çavê din jî pir kêm dibîne. Her diçe jiyana wê zêdetir dikeve xeteriyê. Tevî hemû hewldanên me jî hevala me nayê azadkirin û ti mûdexeleyeke dermankirinê jî nayê kirin. Me dît ku eger jin dengê xwe bikin yek, tekoşîneke hevpar bidin û li hember êşên hev hestyarbin dikarin bi rejîmên herî dîkdator jî gav bi paşde bidin avêtin. Rejîmên dîkdator bi destê însanan hatiye çêkirin ancax bi destê însanan jî were hilweşandin. Ji lewma di mijara hevala me Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên jin yên çalakên siyasî, civakî de tekoşîneke radîkal û hevpar a jinan ferze û wezîfeyeke exlaqiye. Ji bo me jinan divê ti sînor nebin û em sînorên sunî yên desthilatdar ji bo me çêkirine divê di zêhnê xwe hilweşînin. Dibe ku weke coxrafya em ji hev durbin lê, îro em ji saya ragihandin û teknolojiyê dikarin di heman kêliyê de ji hev agahdar bibin û ev ji bo tekoşîna hevpar jî awantajeke."

PIŞTEVANIYA JINÊN ARTANTÎNÎ YA XWEDÎDERKETINA LI CELALIYAN Û XOSREWANÎ HAT SILAVKIRIN

KJAR da xuyakirin ku ew piştevaniya Jinên Arjantînî ya xwedî derketina li girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan û her wiha rakirina posterê Zeynep Celaliyan û Ferînaz Xosrewanî silav dikin û spasiya xwe pêşkêş kir. KJAR'ê destnîşan kir ku ew xwedî derketina li Zeynep Celaliyan weke xwedî derketina li tekoşîna azadiya jin li Îranê dibînin û vê helwesta jinên Arjantînî pir watedar û bi qîmet dibînin.

XALÊN HEVPAR ÊN JINÊN KURDISTANÎ Û ARJANTÎNÎ

Koordînasyona KJAR'ê diyar kir ku weke jinên Kurdistanî gelek xalên wan ên hevbeş bi jinên Arjantînî re hene û da zanîn ku çawa Arjantîn ji ber dewlemendiya xwe tim bû hedefa hêzên dagirker û kolonyalîst, Kurdistan jî her timî bûye û dibe hedefa hêzên dagirker. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber dagirkeriya li Kurdistanê hem weke jin hem jî weke Kurd li rastê her cûre hovîtiyan hatine û hîna jî tên û hat gotin, "Arjantîn jî her timî bûye hedefa dagirkeran û hemû cûre dikdatorî û zilm li ser gel û jinan birêve çûye. Ji ber zilm û dagirkeriya mezin a li Arjantînê jî çandeke kûr a serhildêriyê ya gelên Arjantînê û jinan hebûye. Ti carî vê pergalê qebûl nekirine û her timî bûne xwedî çandeke berxwedanê. Ev çanda wan a serî netewandinê, şoreşgeriyê û berxwedaniyê hiştiye ku ti car hêzên desthilatdar nekarin li Arjantînê temen dirêjbin. Ji tekoşîna dayîkên Arjantînî ya li hember zilma dewletê bigirin heya rêxistinên jinan yên parastina mafeke wekhev a ji bo gelan û jinan xwedî dîrok û çandeke binirxin. Hem weke jinên Kurdistanî hem jî weke jinên Arjantînî gelek tişt hene ku em bi hev re parve bikin û bidin hev. Gelek ezmûn hene ku em bi hev re parve bikin. Helwesta wan a hişyar û hestyar a li hember girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan û rakirina postera keça Kurd a serî ji tecawiza dewleta Îranê re netewand Ferînaz Xosrewanî pir hêja dibînin û weke peyama tekoşîna hevpar a jinên Arjantînî û Kurd dixwînin."

'ANCAX TÊKOŞÎNEKE HEVPAR A JINAN PERGALA DÎKTATOR A DEWLETÊ Û ZILAMSAR TÊK BIBE'

KJAR'ê da xuyakirin ku ev çalakiyên hestyar û xwedî derketinê wê bibe sedem ku ew zêdetir nêzî hev bibin, zêdetir hev hîs bikin û got, "Helbet wê tekoşîna me ya li dijî pergala zilamsalar jî bihêztir bike û çareseriyeke lezgîn ji bo pirsgirêka jin bîne. Çawa ku jinan bi rejîma Îranê gav bipaşve dan avêtin û cezayê darvekirinê yê hevala me Zeynep veguherandin muebetê em bawer dikin ku wê ev çalakî û helwestên pir hêja yên jinan jî azadiya hevala me Zeynep û hemû parêzvanên jin yên îro dibin zexta rejîmê de ne jî mîsoger bike. Hêvîdarin ku ev helwest her biçe bihêztir bibe û tekoşîn û çareseriyeke gerdûnî ji bo pirsgirêkên jinan bîne û di tekoşîna wan de serkeftinê dixwazin."

Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû: "Em weke KJAR amade ne ku li gel hemû kesayet û komên ji bo parastina jinan têdikoşin werin gel hev û hevdîtinên watedar ji bo azadiya jinan pêk bînin û ezmûnên xwe bi hev re parve bikin. Ancax tekoşîneke hevpar a jin pergala dîktator a dewletê û zilamsalar têk bibin."