Festîvala Bazarê li Kelarê sê roj in berdewam e û welatî bi germî beşdarî festîvalê dibin. Seyran Tofîq beşdareke festîvalê ye û li parêzgeha Helebceyê dijî, 20 sal in karê ristin û tevnê dike. Seyran Tofîq derbarê karên xwe de ji ANF’ê re axivî.
Seyran Tofîqê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji bo 5’emîn Festîvala Bazarê li Kelarê ji Helebceyê hatiye û wiha domand: "20 sal in ez karê ristin û çêkirina cilûbergên Kurdî dikim. Karekî çandî ye û ji bo debara xwe û rehetiya xwe ez vî karî dikim. Dîsan bi saya vî karî ez alîkariya gelek jinan dikim û ji bo wan kursan vedikim da ku hînî karên destan bibin.
Ew tiştên ku ez çêdikim piranî Kurdî ne û hinekî jî modern in, ez li gorî daxwaza kesan tiştan çêdikim. Niha min solên jinan bi awayekî nû çêkirine."
Seyran Tofîqê her wiha got: "Pir girîng e ku jin kar bikin, çi karê destan be yan jî pîşeyekî din be. Ji bo ku aboriya serbixwe ya taybet bi wan hebe, divê li benda kesên din nemînin û tenê pişta xwe bidin şiyanên xwe.
Niha min ji bo vê festîvalê êlek, çarik, laçik, destmal, gerdenîk, mêxik, solên jinan û çend tiştên din anîne da ku bifiroşim."
Seyran Tofîqê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pir girîng e jin girîngiyê bidin cilûbergên Kurdî, ji ber ku cilên Kurdî nasnameya gelê me ne û bi vî awayî dawî li axaftina xwe anî: "Nasnameya me cilên Kurdî û çanda Kurdî ye, dema ku tu kesekî dibînî ku cilên Kurdî li xwe kirine, ne pêwîst e tu jê bipirsî ka tu kî yî, ji ber ku cilên wî/ê Kurdî ne û tu wî/ê nas dikî. Ev yek nîşanî me dide ku cilên Kurdî nasnameya neteweyî ne.
Ez ji jinan dixwazim ku li malê li benda tayînkirin û alîkariya kesên din nemînin, bi xwe dest bi kar bikin û debara xwe bikin. Ew dikarin her karekî bixwazin bikin, ez ji şiyanên jinan bawer im û hêvîdar im ku ew karên xwe derxin derve û pêşkêş bikin."