Xebatkara KJA Bayram hat defnkirin
Xebatkara KJA Fadile Bayram li Edeneyê ji aliyê hezaran ve hat defnkirin.
Xebatkara KJA Fadile Bayram li Edeneyê ji aliyê hezaran ve hat defnkirin.
Xebatkara KJA Fadile Bayram a duh li Amedê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê ku ji Saziya Edlî ya Amedê hat wergirtin îro bi konvoyekê şandin Edeneyê. Cenazeyê Bayram li Terqarê ya Încîrlîk a li navçeya Sariçam a Edeneyê ji aliyê bi sedan kesan bi dirûşma, “Rêheval Fadîle nemire” hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Bayram bi konvoyeke bi dehan wesayîtan anîn Terqarêya Karasû ya li Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhan a Edeneyê. Li wir piştî wecîbeyên olî, cenaze kirin wesayîta cenaze û ji bo defnkirinê ber bi Goristana Kuçukoba derxistin rê. Girseyê jî li rex wesayîtê dest bi meşê kir.
Di meşê de ligel rêveberên HDP’ê yên navçe û bajêr, namzetên HDP’ê yên Edeneyê Vedat Ozkan, Tugay Bek, Ridvan Turan, Ferîde Peynîrcî, Hidir Koluman û Hatîce Kavran, namzetên Riha yên HDP’ê Dîlek Ocalan û Leyla Guven, Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Ayla Akat Ata, KJA, MEYADER, Dayikên Aştiyê, DEM-GENÇ bi hezaran kes amade bûn. Dema wesayîta cenaze hat ber Goristana Kuçukoba jinan cenazeyê Bayram hilgirtin. Bayram bi dirûşm û çepikan hat defnkirin. Piştî defnkirinê deqeyek rêzgirtin pêk hat. li dû rêzgirtinê birayê Bayram Lezgîn Bayram her kesên tevlî merasîma cenaze bûne spas kir.
Kongreya Jinên Azad (KJA) jî di daxuyaniya xwe de wiha got: "18’ê Gulanê hevala me xebatkara KJA Fadîle Bayram bi awayekî mirina ku em teswîb nakin dawî li jiyana xwe aniye. Em diyar dikin ku ji ber vê em pir xemgînin û sersaxiyê ji malbatê re dixwazin."