Sudanî bi Amîrî û Hekîm re hevdîtin kir
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî el-Amîrî û lîderê Tevgera Hîkmet a Neteweyî Seyyîd Ammar el-Hekîm re hevdîtin kir.
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî el-Amîrî û lîderê Tevgera Hîkmet a Neteweyî Seyyîd Ammar el-Hekîm re hevdîtin kir.
Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê ragihand ku Serokwezîr Muhammed Şiya Sudanî bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî el-Amîrî û lîderê Tevgera Hîkmet a Neteweyî Seyyîd Ammar el-Hekîm re hevdtîn kir. Hat diyarkirin ku di hevdîtinan de serjimêriya ku wê vê hefteyê were kirin û geşedanên li herêmê, wê bên nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê di hevdîtinan de rewşên giştî yên li welêt, serjimêriya ku wê vê hefteyê were kirin û hewldanên pêşde birina dosyayên xizmet û aboriyê, her wiha rewşa gelên Fîlîstîn û Lubnanê hatin nirxandin.