'Em ê dijminê jinan nekin serok'
Jinên endamên Halkevî bi şîara, “Em ê dijminê jinan nekin serok” li Qada Galatasaray çalakî li dar xistin.
Jinên endamên Halkevî bi şîara, “Em ê dijminê jinan nekin serok” li Qada Galatasaray çalakî li dar xistin.
Jinên endamên Halkevî bi şîara, “Em ê dijminê jinan nekin serok” li Qada Galatasaray çalakî li dar xistin. Jinên endamên Halkevî ji Erdogan re gotin, “Ti çi bikî bike wê jin hesab bipirsin” li hember şer, paşverûtî, serweriya zilam bang li tevayî jinan kirin ku dengên xwe bidin HDP’ê.
Jinên endamên Halkevî yên li Qada Galatasaray kom bûn diyar kirin ku wê li hember zîhniyeta dibêje, ‘jin-zilam ne wekhev in” dengên xwe bidin HDP’ê. Jinan dirûşmên, “Jin, jîyan, azadî”, “Îsyana jinan wê bendan derbas bike”, “Hêrsa jinan wê AKP’ê hilweşîne”, “Em bêdeng nabin, natirsin û îteat nakin”, “Em ê te nekin serok” gotin. Li ser navê jinên endamên Halkevî Hande Yanar daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin, wê jin li kolanan û di sindoqan de bersivê bidin desthilatdariya AKP’ê ya 12 sal in bi polîtîkayên paşverû, cinsiyetperest hewl dide jinan ji jiyana civakî dûr bixe û dîsa di hilbijartinên 2015’an de bi siyaseta xwe ya dijminê jinan derketiye holê.
Jinên endamên Halkevî ji Erdogan re gotin, “Ti çi bikî bike wê jin hesab bipirsin” li hember şer, paşverûtî, serweriya zilam bang li tevayî jinan kirin ku dengên xwe bidin HDP’ê.