Jina ciwan li mala xwe bi bîrindarî hat dîtin
Li navçeya Erxenî ya Amedê jina ciwan a bi navê Mutlu Kaya li mala xwe bi awayekî ku ji serê xwe gule xwariye hat dîtin.
Li navçeya Erxenî ya Amedê jina ciwan a bi navê Mutlu Kaya li mala xwe bi awayekî ku ji serê xwe gule xwariye hat dîtin.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, li Taxa Fatîh a navçeya Erxenî ya Amedê jina ciwan a bi navê Mutlu Kaya ya li mala bi birîndarî hat dîtin rakirin nexweşxaneyê navçeyê. Jina ciwan a rewşa wê giran e, paşê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Gazî Yaşargîl kirin. Hat ragihandin ku Kaya ji serê xwe gule xwariye. Têkildarî bûyerê lêpirsîn didome.