Ji Meclîsa Jinan a Ronahî civîna perwerdehiya sê rojan
Meclîsa Jinan a Ronahî di navbera 15-16-17’ê Gulanê de li bajarê Hannover a Elmanyayê civîneke perwerdeyê pêk anî.
Meclîsa Jinan a Ronahî di navbera 15-16-17’ê Gulanê de li bajarê Hannover a Elmanyayê civîneke perwerdeyê pêk anî.
Civîna ku li ser mijarên jin, zayenda civakî hate lidarxistin, şikestinên di nava civak û malbatê de û çareseriya pisgirêkên civakî wê çawa pêk bên, hatin nîqaşkirin. Di civînê de hate gotin ku jin dikarin ji civakê re pêşengiyê bikin û hat destnîşan kirin ku li dij pergala kapîtalîst divê komun bên avakirin. Jinan diyar kir ku divê kampanyaya bi dirûşma ‘Ji qelen re na’ bê pêşxistin û her wiha modela malbata demokratîk wê çawa bikeve jiyanê jî hat nîqaşkirin.
Di civînê de hat diyarkirin hedefa wan ev e ku civaka li ser esasê jinê bikeve jiyanê û di bin sernavên neteweya demokratîk, çand, jin, polîtîka, dîplomasî, parastina cewherî de têkoşîn bê bilindkirin.