Îmamoglû li Mêrdînê bi hevşaredaran re hevdîtin kir
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû li Mêrdînê serdana hevşaredarên ku wezîfeya wan hatiye xespkirin, kir.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû li Mêrdînê serdana hevşaredarên ku wezîfeya wan hatiye xespkirin, kir.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) Ekrem Îmamoglû û şandeya pê re, hate Mêrdînê. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr ên ku wezîfeya wan hatiye xespkirin û Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn Îmamoglû pêşwazî kirin.
Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê Berpirsyarê Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Ruştu Tiryakî jî beşdarî pêşwazîkirinê bû.
Ekrem Îmamoglû piştre bi endamên DEM Partiyê re derbasî mala Ahmet Turk a li Dêrikê bû.