1. konferansa Jineolojiyê li herêmên gerîla pêk hat
1. Konfernsa Jineolojiyê di navbera 11-15’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdarbûna 120 delegeyî pêk hat.
ANF
BEHDÎNAN
sêşem, 19 gulanê 2015, 12:07
Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ku di serî de artêşbûn, partîbûn û konfederalîzma jinê, îmze avêt gelek xebatan niha jî wek zanista jin-jiyan-civakê, Jineolojiyê pêş dixîne. 1. Konferansa Jineolojiyê di navbera 11-15’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdarbûna 120 delegeyî pêk hat. Jinan di konferansê de bersiv dan pirsa ‘Çima jineolojî’ û deriyê cîhana wateya nû vekirin. Jinan got: “Ji bo ronahiya jinê bê afirandin, ji bo rêbaza lêkolîna rastî ya xwe dispêre jinê bê pêşxistin, ji bo jiyanek azad bê pêşxistin, ji bo serhildana li dijî mêtingeriya berê, bigihêje serketinê, ji bo teoriya zanînê ya pêkanîna kesê azad-civaka azad, ji bo di zanistên civakî de şoreş, ji bo parastineke cewherî, jineolojî.” Di konferansê de têkildarî veguhertina şoreşî ya bi nêrîna jinê de biryarên girîng hatin girtin. Perspektîfa mijara Jineolojiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser piyan, çepik jê re hate lêdan. Di heman demê de biryar li ser esasê azadiya Ocalan bilindkirina têkoşînê, hat girtin.
Konferansa bi coş û kelecaneke mezin destpê kir, îdîyeke xurt jî dihundirîne. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Wêneyên Besê Anuş, Sakîne Cansiz, Savuşkan, Arîn Mîrxan, Stêrk Hakkarî, Hakî Karer, Mahsum Korkmaz, Fîkrî Baygeldî û gelek kesên din li salonê hatin daliqandin. Her wiha wêneyên fîlîzofên jin ên yekem Aspasîada, Hypatîa, Roza Luksemburg, Emma Goldman, Leyla Qasim, Gulnaz Xanim, Sena Heyderi jî hatin bicihkirin.
Dirûşmên ‘Jin divê tenê Xwebûn bin’, ‘Zanistan li dora jinê pêş dikeve, pêngava yekem a avêtiye sosyolojiya rast’, ‘Zanist şiroveya Herî peşketî ya wateyê ye’, ‘Her şehîdek felsefeya jiyana azad e’, ‘Xebata jinê cewher û kulîlka tevahîya xebata me ya mûzakareyê ye’, ‘Azadiya Rêber Apo Azadîya Jinê ye” çarçoveya Jineolojiyê vegot.
HEMÛ JIN KEDA XWE LI WIR BÛN
Girtiyên PAJK’ê yên diyariyên bi destê xwe çêkibûn şandibûn konferansê. Her wiha dayikek 70 salî ya Xîzanê teşiya xwe şandibû. Akademiya Jinan a Azad peykerê Xwedavenda Nepalê Şîva û tablo û bîbloya Şahmeran diyarî kirin. Jinên Mexmûrê jî tiştên bi destê xwe çêkiribû û şandibûn gelek wadetar bûn. Li salona konferansê jinan, bi ked, peykar, nexş û dirûnên xwe, poster û wêneyên xwe cihê xwe girtin.
Ji herêmên cuda jin beşdarî konferansê bûn û axaftina vekirinê endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat kir. Serhat şehîdên meha Gulanê bibîranîn. Serhat Sakîne Cansiz jî bibîr anî û got ku qetilkirina hevala Sara, qesta li dijî nasnameya jinê ye.
ENCAMNAMEYA KONFERANSÊ
Komîteya Jineolojiyê ya PJAK’ê diyar kir ku ew konferansa xwe di şexsê Hozan Mizgîn ku 11’ê Gulanê de şehîd ketiye, diyarî hemû şehîdên meha Gulanê dikin.
EM XWEDÎ BIRYARIN KU BI RÊBERTIYA XWE RE DI ALIYÊ FIZÎKÎ Û FELSEFÎ DE BÊN CEM HEV
Di konferansê de wiha hate gotin: “Konferansa me lêgerîna bersiveke têkildarî tecrîda li ser Rêbertiya me ku azadiya jinê xist hîmê paradîgmaya modernîteya demokratîk, ku jineolojî pêşniyar kir û wateya JIN û JIYANÊ bi eşqek mezin hîn kir, dike ye.” Di encamnameyê de hat gotin, "Rêber Apo di pêvajoya komployê de gotibû ‘projeya min a jinê nîvçe maye’ û ev konferansa me îdîaya ku vê projeyê temam bike û bersivê bide ye" û wiha dewam kir: “Dema konferansa me pêk dihat, dewleta Tirk pêvajoya muzakereyê sabote kir. Di yekemîn konferansa jinê de, ev helwesta dewleta Tirk a li dijî aştiyê bi biryarbûna ‘Bi jineolojiyê re wê jin û jiyan azad be, tevî hemû qutbûnan em di biryara ku bi Rêberiya xwe re bi fizîkî û felsefîk bên cem hev.”
KONFERANS DIYARÎ BERXWEDÊRÊN JIYANA AZAD HAT KIRIN
Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Em yekem konferansa xwe ya jineolojiyê diyarî jin û zarokên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ û Boko Haramê ve hatin revandin û kolekirin, kesên jiyana xwe ji dest dane dikin. Em di şexsê Hozan Mizgîn, Leyla Qasim, Denîz Gezmîş, Hakî Karer, Şîrîn Elemhulî û şehîdên Hewlêrê de diyariyê hemû şehîdên meha Gulanê dikin. Em diyarî Ferînaz Xurewanî, Ferhunde ya li Afganîstanê, Ozgecan a li Tirkiyeyê hatin qetikirin dikin. Em diyarî hemû şehîdên Şengal, Rojava, Mexmûr, Kobanê û Kerkukê dikin. Em diyarî berxwedêrên jiyana azad ku konferansa me silav kirine, dikin.
EM DI ÎDÎAYA KU BIBIN ZANÎSTA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK
Encamnameyê wiha berdewam kir: “Di serî de berxwedana jinê ya li Rojava û berxwedana bi heybet a jinan a hemû Kurdistanê, xurtir bigihêje zanîn, agahî û felsefeyê, fêmkirina potansiyela jinê, anîna ziman a enerjiya wê, ji bo bibe heqîqet, ji bo hemû tecrubeyên jinên cîhanê bibe yek, ji bo têgeha rast a jinê bêkirin û bi hebûna wê re çare afirandin, li ser esasê parastina cewherî de bibe ‘Xwebûn’ ji bo civaka exlaqî û polîtîk li dora jinê bi teşe be, em dibêjin JINEOLOJÎ û konferansa xwe pêk tînin.”
JINEOLOJÎ REXNEYEK XURT LI ZANISTÊN CIVAKI YE
Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê diyar kir ku ew bi îdîa ne ku tecrube û qezencên xwe li ser esasê jineolojiyê bi jinên cîhanê re bikin yek û wiha hate gotin: “ Em jinên hêza pêşeng a jiyana azad, bi Jineolojiyê re hedef dikin ku ji modernîteya kapîtalîst re bibin modernîteya demokratîk. Em bi îdîa ne ku di etîk-estetîk, aborî,ekolojî, demografya, dîrok, perwerde, tenduristî û polîtîkayê de şoreşê biafirînin. Em bi Jineolojiyê zanistên civakî rexne dikin û bi îdîa ne ku tezên nû yên alternatîf biafirînin."
Di encamnameyê de hat gotin ku rojevên konferansê nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rastiya jinê ya di sedsala 21’ê de û li ser bingeha dînamîkên têkoşînê de nîqaş hatine meşandin, biryar hatine girtin û plansazî hatine kirin.
Encamnameyê wiha berdewam kir: “Me biryar da ku di ektîk-estetîk-aborî, polîtîka, dîrok, tenduristî, perwerde û demografyayê de û hemû zanistên civakî de guherîn bêkirin û pratîkirin. Em dibêjin ku wê Jineolojî ji bo hemû krîzên civakî, nexweşiyan bibe şifa. Jineolojî wê hemû saziyên aboriyê ku xizaniyê wek qeder dibîne, serobino bike. Wê projeyên aboriyê ku xwedî dike, têr dike pêş bixîne. Wê şer, karesat, nefret û kînê rake û exlaqê polîtîk pêşniyar bike. Wê hemû operasyonên serdestiya mêr a li ser jin û civakê deşîfre bike û hemû zanist wê bi nêrîna jineolojîk ji nû ve bê avakirin.”
Di dawiya encamnameyê de hat gotin ku li ser xaka welatê azad, yekem konferansa xwe pêk anîne û bang li hemû jinan hat kirin ku ‘Jineolojiyê hevbeş pêş bînin.”