JIN
Hemû Nûçe
-
Jinan li Kolnê ji bo Celaliyan û Kobanê çalakî pêk anîn
Meclîsa Jinan a Viyan a li Kolnê xebatan dimeşîne, Meclîsa Jinan a Sara ya Bonn û komeke ji Rojhilatê Kurdistanê li ber Dêra Dom çalakiya, “Ji Zeynep Celaliyan re azadî, em li Kobanê xwedî derkevin” pêk anîn. -
Li Munîhê jinên Kurd ji bo Celaliyan azadî xwestin
Ji bo Zeynep Celaliyan a li Îranê girtiye li Munîhê çalakî pêk hat. -
'Bendewariyên jinan û civakê ji parlamenterên jin zêde ne'
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Evîndar Ararat, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nirxand. Ararat destnîşan kir, ku girîng e parlamenterên jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan li hev bicivin. -
TJKE 2. civata xwe ya giştî lidar xist
TJKE ragihand, ku di navbera 17-20'ê Hezîranê de bi beşdariya 115 delegeyên ji gelek welatiyên Ewropayê, duyemîn civata xwe ya giştî lidar xistiye. -
Leyla Karakoç jiyana xwe ji dest da
Leyla Karakoç a li navçeya Wan Ebexê di êvara 17'ê Hezîranê de bi çekê birîndarkirî hat dîtin, jiyana xwe ji dest da. -
KJA: Divê şert û mercên azadiya Ocalan bên afirandin
Kongreya Jinan a Azad (KJA) daxuyaniyek nivîskî da û xwest, şert û mercên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin afirandin û weke sermuzakerevan bê qebûlkirin. -
Encamnameya civîna Meclîsa Timî ya KJA’yê
Di encamnameya civîna Meclîsa Timî ya KJA’yê de hat destnîşankirin ku divê azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bê girtin û bi vî rengî muzakere destpê bike. -
Kedkarên çapemeniyê yên jin nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' digirin
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê meşandin, vê hefteyê ji aliyê xebatkarên çapemeniyê yên jin ve dewr hat girtin. -
Şîdet û komkujiyên li hember jinê hatin protestokirin
Meclîsa Jinên KESK’ê ya Amedê şidet û komkujiyên li hember jinê protesto kirin û gotin: “Di fitrata me de li hember zîhniyeta serdest a zilam ne îteat têkoşîn heye” -
CENÎ ji bo azadiya Celaliyan û girtiyên siyasî dest bi rêze çalakiyan dike
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, ji bo dermankirin û azadkirina girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên siyasî yên li zîndanên Îranê tên ragirtin, dest bi rêze çalakiyan dike. -
Li Amûdê Jinan Sema, Zîlan û Gulan bibîr anîn
Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û gundên wê têkoşerên Kurd Zeynep Kinaci (Zîlan), Sema Yuce û Gulan bibîr anîn. -
Têkildarî qetilkirina Kaya 2 kes hatin girtin
Niyazî Demîr û M.P.C. ên têkildarî qetilkirina Cansû Kaya hatibûn binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. -
Li NY ji bo jinên Şengalî konferans
Li Neteweyên Yekbûyî bi serenava, “Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovatiyê ye” konferansek hat lidarxistin. -
Ji aliyê hevserê xwe yê doza hevberdanê lê vekir hat birîndarkirin
Li Edeneyê Fatma Yîgît ji aliyê hevserê xwe yê bi sedema li hev nakin doza hevberdanê lê vekiribû bi kerê bi giranî hat birîndarkirin. -
Komkujiyên li hember jinan hatin şermezarkirin
Jinan, qetilkirina jinan şermezar kir û diyar kirin êdî li hemberî feraseta cezayê muebetê dan Nevîn Yildirim a tecawizkarê xwe kuşt, yên Tugçe kuştin û kesên piştgiriyê didin DAIŞ'a li bazara koleyan jinan difiroşe sebra wan nemaye. -
NY bi mijara jinên Êzidî wê konferansekê li dar bixe
Li NY sibe bi mijara, “Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovatiyê ye” wê konferansek bê lidarxistin. -
Tecrîda li ser Ocalan ji aliyê KJA’yê ve hat şermezar kir
KJA, li Silopiyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rawestandina hevdîtinên heyeta HDP'ê ya pêvajoya aştiyê meşiya. -
Gerîlayên YJA Starê Sema Yuce bibîr anîn
Gerîlayên YJA Star'ê şoreşgera Kurd Sema Yuce, di salvegera 17. a çalakiya wê de, bibîr anîn. -
Qîrîna jinên Êzidî bibîhîzin
Jinên Êzidî yên di rêveberiya Komeleya Jinên Êzidî ya Swêdê de cih digirin; Luba Sulaîman, Saja Sulaîman û Marlîn Kuchak, hewl didin pisgirêkên jinên Êzidî yên li Swêdê çareser bikin. -
Hedefa jinên Dêrsimê kooperatîf e
Jinên Dêrsimî, berhemên xwe yên ji hunera karên destan, her sal di Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de nîşan didin. Leyla Akyildiz a dikaneke biçûk vekiriye û jin li hev kom kiriye dibêje, armanca wê avakirina kooperatîfê ye. -
Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Seran bi dawî bû
Dewreya Perwerdeyê ya bi navê ˮŞehîd Seranˮ a rêxistina Yekîtiya Star a15 rojan bi dawî bû. -
'Projeya Selika Kedê'
Komeleya Berhemdariya Alternatîf mora xwe li bin projeyeke din a balkêş da, ew jî projeya Selika Kedê ye. -
Ji bo kursiyerên Navenda Jinan a Arîn perwerde
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo kursiyerên Navenda Jinan a Arîn bi mijara, “Cinsiyeta Civakî û Dîroka Jinê” perwerde hat dayîn. -
Fermandara Giştî ya YPJ'ê: Bila jinên li Girê Spî û Reqayê bên qadên azad
Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed bang li jinên li Girê Spî û Reqayê kir ku bên herêmên ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatine rizgarkirin. Fermandara YPJ'ê diyar kir ku wan ji bo jinan odeyeke taybet a alîkariyê amade kirine. -
Li Marsîlyayê Festîvala Jinê ya Arîn Mîrxan hat lidarxistin
Yekemîn Jinê ya Arîn Mîrxan a li bajarê Marsîlyayê, di roja 3. de li Navenda Çandê ya Dock des Suds dewam kir.