Jinan li Kolnê ji bo Celaliyan û Kobanê çalakî pêk anîn
Meclîsa Jinan a Viyan a li Kolnê xebatan dimeşîne, Meclîsa Jinan a Sara ya Bonn û komeke ji Rojhilatê Kurdistanê li ber Dêra Dom çalakiya, “Ji Zeynep Celaliyan re azadî, em li Kobanê xwedî derkevin” pêk anîn.
ANF
KOLN
în, 26 pûşperê 2015, 19:30
Meclîsa Jinan a Viyan a li Kolnê xebatan dimeşîne, Meclîsa Jinan a Sara ya Bonn û komeke ji Rojhilatê Kurdistanê li ber Dêra Dom çalakiya, “Ji Zeynep Celaliyan re azadî, em li Kobanê xwedî derkevin” pêk anîn. Jinan li gel wêneyên Zeynep Celaliyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û TJKE vekirin, rejîma û û çeteyên DAIŞ’ê şermezar kirin.
Di çalakiyê de axaftvanan bal kişandin ser rewşa Zeynep Celaliyan û girtiyên siyasî yên li Îranê.
Di çalakiyê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê bi tundî hat şermezarkirin.