TJKE 2. civata xwe ya giştî lidar xist

TJKE ragihand, ku di navbera 17-20'ê Hezîranê de bi beşdariya 115 delegeyên ji gelek welatiyên Ewropayê, duyemîn civata xwe ya giştî lidar xistiye.

TJKE ragihand, ku di navbera 17-20'ê Hezîranê de bi beşdariya 115 delegeyên ji gelek welatiyên Ewropayê, duyemîn civata xwe ya giştî lidar xistiye.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) encamnameya civata xwe ya giştî ya duyemîn, aşkera kir. Di encamnameyê de hat ragihandin ku piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftina vekirinê û hilbijartina dîwanê, civata giştî bi rojeva nirxandina rewşa siyasî, xwendina raporan, nirxandina xebatên rêxistinî, pêşnûme biryar û hilbijartina rêveberiya nû, destpê kiriye.

Di encamnameyê de hat gotin, "Di civata me ya giştî de, berxwedanên Şengal û Kobanê yên mora xwe li salên 2014-2015'an xistine û serketina HDP'ê ya di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hatine nirxandin. Civata me ya giştî, li hemberî êrîşên li dijî avakirina neteweya demokratîk a bi şoreşa Rojava re şênber bûye, bal kişandiye ser pêvajoya pêngavî û berxwedaneke mezin a li Şengal, Kobanê û hemû qadên têkoşînê. Serketinên Kobanê û Girê Spî silav kiriye." Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku civata giştî di şexê YPJ û Rojava de bal kişandiye ser sekna bi mînak a tevgera jinên Kurd.

'ÊRÎŞÊN HOVANE YÊN DAIŞ'Ê BI BERXWEDAN Û XWEPARASTINA JINAN HATIN ŞIKANDIN'

Di encamnameyê de hat ragihandin ku di şexsê Kobanê û Şengalê de êrîşên hovane yên sîstema baviksalarî ya bi destê DAIŞ'ê tên meşandin, bi berxwedan û sekna xweparastinê ya jinê re hatine şikandin û hat gotin, "Di serî de şehadeta Arîn Mîrxan, Îvana Hoffmann, Sîbel Bûlût, Kader Ortakaya û bi sedan jinên gihîştin şehadetê nîşan didin, ku xeta me ya azadiya jinê xwe gihandiye hemû jinên ji her gelî û lê xwedî tê derketin. Civata me ya giştî diyar kiriye ku pêvajoya muzakereya demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, tevî hemû dijberiyên hikûmeta AKP'ê jî rê li ber destketiyên cidî vekiriye. Civata me ya giştî ragihandiye ku ji bo pûçkirina destketiyên neteweya demokratîk ên bi hewldan û berxwedana Rêbertiya me hatin afirandin, desthilatdariya AKP û paşverûtiya herêmê êrîşên berfireh dikin û li hemberî pêvajoya muzakere, demokrasî û aştiyê, tecrîda li hemberî Rêbertiya me bêhtir hatiye şidandin.

Destketiyên gelê me û pêvajoya heyî, rakirina tecrîdê li aliyekî, yekser azadbûna Rêbertiya me destnîşan kirine. Her wiha civata me ya giştî ragihandiye ku ji bo jiyaneke demokratîk, azad û aştiyane ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn, divê banga KCK'ê ya 'Rêbertiya azad, agirbesta zexmkirî û pêkanîna destûreke bingehîn a demokratîk' esas bê girtin." Her wiha hat destnîşankirin ku li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê jinên Kurd ên berxwedêr bi ser ketine.

'EM GIHÎŞTIN ASTEKE HEMÛ JINÊN CÎHANÊ HEMBÊZ BIKIN'

Di encamnameyê de hat gotin, "Di civata me ya giştî de hatiye diyarkirin ku di nava pêvajoya salekê de, berxwedanên Kobanê û Şengalê li ser zemînên navneteweyî destketiyên girîng afirandine, mezinkirina asta rêxistinbûyîna tevgera jinê xwe ferz dike û ji bo bersiv ji van pêwîstiyan re were dayîn divê giranî ji projeyên civakî re were dayîn.

Di encamnameyê de hat gotin ku civata giştî ya TJKE’ê di dema pêşiya me di çarçoveya dirûşma, ‘Em bi neteweya demokratîk xwe rêxistin bikin, jiyana azad ava bikin’ avakirina neteweya demokratîk wek qada esasî ya demokratîk diyar kiriye, li ser esasê ji bo meclîs, komun, kooperatîf, akademî û projeyên civakî ber bi biryarbûnê ve çûye û wiha hat gotin, “Desteya me dîsa ku di serdema din de kampanyaya di bin navê “Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye” dabû destpêkirin biryar girtiye heta jinên Şengalê azad bibin bidome. Di heman çarçoveyê de kampanyaya bi dirûşma, ‘Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di nav çalakiyê de ne’ ku dane destpêkirin wê bidomînin. Di heman çarçoveyê de biryar hatiye girtin ku li bi armanca li tevahiya Kurdistan belav bibe, di serî de Rojhilat û Rojava rêxistinbûna jin were pêşxistin. 

Civata me ya Giştî ya komkujiya Parîs ji nû ve girtiye dest û lanet kiriye ji bo ronîkirina komkujiyê biryar girtiye ku pêvajoyeke çalakiyan bide destpêkirin. Desteya me ya Giştî diyar kiriye ku wê bi ruhê şoreşa Rojava nêz bibe, di çarçoveya bîrdoziya gerdûnî ya tevgera jinên Kurd de wê rol û mîsyona xwe ya dîrokî bilîze.

...