Fermandara Giştî ya YPJ'ê: Bila jinên li Girê Spî û Reqayê bên qadên azad

Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed bang li jinên li Girê Spî û Reqayê kir ku bên herêmên ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatine rizgarkirin. Fermandara YPJ'ê diyar kir ku wan ji bo jinan odeyeke taybet a alîkariyê amade kirine.

Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed destnîşan kir ku ew bi biryar in herêma Girê Spî ji çeteyan paqij bikin û diyar kir ku wan ji bo jinên ji Girê Spî û Reqqayê odeyeke taybet a alîkariyê amade kirine. Newroz Ehmed bang li jinan kir ku xwe li herêmên rizgarkirî bigirin.

Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed got, "Wekî di pêvajoyên derbasbûyî de jî pirr baş hatiye dîtin, dagirkeriya DAIŞ'ê ya li heremên Rojava û Sûriyeyê di asteke bilind de koledarî û bindestî li ser civakan ferz kiriye.  DAIŞ, ji bo sîstema xwe ya qirêj bi hêz û berfireh bike beriya her kesî jin û xwezaya wê ji xwe re kir hedef û ji wê dest bi kole kirina beşên din yê civakê kir."

Fermandara YPJ'ê diyar kir ku ji têlên porê wan heta sîstema jiyana wan a xwezayî, her tiştên jinan bûn mijara mudaxeleya DAIŞ û zebaniyên wî û got, "Jinên ku ji neçarî ev zilm û zor qebûl kirin wateya jiyana xwe wenda kirin û tenê li ber şûr, bicîh anîna xwestekên çeteyan yê ne mirovî ku dawî li wan nayê man. Jinên ku ev tişt qebûl nekirin jî yan hatin recm kirin û serjê kirin an jî neçarî koçberiyê bûn. Koçberiya jinan ji axa xwe ti carî di derfetên xwezayî de wê bernadin bû nîşaneya sereke a ne qebûl kirina civakan ji van çeteyan re."

Newroz Ehmed da xuyakirin ku jinên Girê Spî û Reqqa ên bê war mane, kiryarên DAIŞ'ê yên qirêj ji her kesî baştir nas dikin û ji her kesî bêhtir dixwazin jê xilas bibin û ev yek destnîşan kir: "Ji xwe ev sê salin piraniya xelkên wan herêman li deverên cuda yê rojhilata navîn koçber bûne, di nava derfetên pirr zor û zehmet de dijîn. Eger qebûl kirinek wan ji wan derfetan re çêbûbe jî sedemê xwe ew e ku ji zilm û terora DAIŞ baştire; gelek ji wan jî hesreta vegera ser xaka xwe jiyan dikin.

Îro, eger em li ser rêya Girê Spî ne û di rizgarkirina vî bajarî de bi israrin, sedemek jî terora DAIŞ'ê ya li ser jinê ye ku me ji devê jinên koçberî heremên Kobanê û Cezîrê bûne bihîst. Ji xwe DAIŞ wan kiryaran wek şanaziyekê ji xwe re dibîne û li dezgehên ragihandinê de wan belav dike. Êdî zilma DAIŞ ne veşartiye û pêwîstiya tinekirina wê bi serhildana jinan heye."

Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed bibîr xist ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de bi sedan şervanên YPJ'ê jiyana xwe ji dest dane û got, "Hevalên mîna şehîd Peyman, Rêvan, Arîn, Zehra û Hebûn, li kêleka rêhevalên mîna Agirî, Rûken û Buhar ên ku di hemleya ber bi Girê Spî de gihiştin şehadete xwedî yek armanc bûn. Ev jî tekoşîna rizgar kirina wan herêman û vegerandina koçberên wê bû."

Fermandara YPJ'ê ev bang li jinên ji Girê Spî û Reqayê kir:

"Lewra me wekî YPJ li cebheyên şer, odeyeke taybet ji bo alîkariya jinên xizan ên Girê Spî ku ji DAIŞ'ê reviyane û hîn jî dixwazin birevin amade kiriye da ku hemû jinên Kurd, Ereb û ji netewên din dikarin ji alîkariya ewlekarî û mirovî sûd bigrin. Îro ger yek erkê me şerê rizgariyê be, erka me ya din jî alîkariya mirovahî ye. Lewra em bang li hemû jinên Girê Spî û Reqa dikin ku xwe bighînin cihên ku hêzên me rizgar kirine û li ber têlên sînoran nemînin; da ku em jî karibin wan bighînin saziyên jinê yê pêwendîdar û cihên bi ewlê."

Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed herî dawî got, "Dem dema azadiyê ye, dema tekoşîna hevpar a gelane. Me berî soz dabû û dîsa jî soza xwe nû dikin; heta ku zilma DAIŞ û çeteyên mîna wî li ser civakan berdewam bike emê jî hewldanên mezin kirina hêzên xwe ne rawestînin û her ku biçe emê asta tekoşîna parastina civakan û bi taybet a jinan bilind bikin, hemleya rizgar kirina Girê spî bi serkeftî bi encam bikin. Ev, daxwaza şehîdên me û hemû gelên heremê ye.