Şîdet û komkujiyên li hember jinê hatin protestokirin

Meclîsa Jinên KESK’ê ya Amedê şidet û komkujiyên li hember jinê protesto kirin û gotin: “Di fitrata me de li hember zîhniyeta serdest a zilam ne îteat têkoşîn heye”

Meclîsa Jinên KESK’ê ya Amedê şidet û komkujiyên li hember  jinê protesto kirin û gotin: “Di fitrata me de li hember zîhniyeta serdest a zilam ne îteat têkoşîn heye”

Meclîsa Jinên KESK’ê ya Amedê bi armanca protestokirina şidet û komkujiyên li hember jinê li ber plazaya AZ ya li semta Ofîsê daxuyaniya çapemeniyê da. Dîlek Guler a Sekretera Şaxa Jinên BES’ê ya Amedê ya di çalakiyê de daxuyanî da, da diyarkirin ku şîdeta zilam her roj kuştina jinan didomîne. Guler a bal kişand ser zagonên darazê  yên serdest a zilam û wiha berdewam kir, “Êdî sebra me jinên ku rastî şîdeta zilam dimînin nemaye. Em li hemberî zîhniyeta zilam a tehemul nake em der barê jiyana xwe de biryaran bigirin, em bi jiyana xwe, bedena xwe û bi vîna xwe xwedî lê derdikevin.”

Guler da diyarkirin ku em weke jin di erdnîgariya lê bijîn dikin de naxwazin bibin qurbanên sîstema zilam a zextkar, em biryarên xwe bi xwe digirin û bi hevkariya jinan re jî bihêz dikin. Her wiha Guler destnîşan kir ku bi rêbazên demokratîk li hemberî sîstema zilam a serdest têkoşînê dimeşînin. Di dewama axaftina xwe de jî  wiha got: “Daxwazên me ya azadî û wekheviyê wê heya jin neyên qetilkirin, mafên jinan bikeve ewlehiya destûra bingehîn de, ji kujerên jinan re daxistina ceza yên weke  rewşa baş û tehrîk neyê kirin wê berdewam bike. Di fitrata me de li hember zîhniyeta serdest a zilam ne îteat têkoşîn heye.”

Piştî axaftin û daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê pêk hat û çalakî û bi dirûşman bi dawî bû.