KJA: Divê şert û mercên azadiya Ocalan bên afirandin
Kongreya Jinan a Azad (KJA) daxuyaniyek nivîskî da û xwest, şert û mercên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin afirandin û weke sermuzakerevan bê qebûlkirin.

KJA’yê di daxuyaniyê de bal kişand ser hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê û got encamên hilbijartinê, ji bo gelên Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê zemînek demokratîk ava kiriye û şert û mercên afirandiye ku hemû gel ji destpêka serdema dîrokî ya dikare jê re 'şoreşa demokratîk' were gotin, şahidiyê bikin. Hat diyar kirin ku serketina HDP’ê pratîkkirina hêza fikra mezin a Ocalan careke din nîşanî hemû cîhanê daye û hat gotin: “Vê fikra mezin di nava raya giştî ya cîhanê de bi rêzdarî û heyraniyeke mezin hatiye pêşwazîkirin. Serketina HDP’ê bi ked û asta têkoşînê ya jinên azad derketiye holê û divê jin di pêvajoya çareserî û muzakereyê de jî rola aktîf bilîzin. Piştî hilbijartinê li şûna ku derfeta dîrokî bê nirxandin, tê xwestin ku Tirkiyeyê bikişînin nava kaosê û hikûmeta şer derxînin holê.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku encamên hilbijartinê nîşan dane ku demokratîkbûna Tirkiyeyê bi azadiya Ocalan pêkane û wiha hat gotin: “Em careke din diyar dikin ku ji bo azadiya birêz Ocalan wê têkoşîna me bidome. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”