Qîrîna jinên Êzidî bibîhîzin

Jinên Êzidî yên di rêveberiya Komeleya Jinên Êzidî ya Swêdê de cih digirin; Luba Sulaîman, Saja Sulaîman û Marlîn Kuchak, hewl didin pisgirêkên jinên Êzidî yên li Swêdê çareser bikin.

Jinên Êzidî yên di rêveberiya Komeleya Jinên Êzidî ya Swêdê de cih digirin; Luba Sulaîman, Saja Sulaîman û Marlîn Kuchak, li aliyekî hewl didin pisgirêkên jinên Êzidî yên li Swêdê çareser bikin û di heman demê de ji bo rewşa jinên Êzidî yên par ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji Şengalê hatin revandin, bînin rojevê û rê li ber azadiya wan vekin, di nava hewldanan de ne.

Di rojên bihurî de li Parlamenta Swêdê paneleke ku rewşa jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin, hat nirxandin, pêk hat û jinê Êzidî yên beşdarî panelê bûn, piştre ji ANF’ê re axivîn. Jinan diyar kir ku Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê û welatên Ewropa jinên Êzidî terkî qedera wan kirine.
 
MIN JI NÊZ VE ŞAHIDIYA QIRKIRINÊ KIR

Luba Sulaîman ku doktoriyê dike got sala bihurî dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kiriye li Başîka ya 15 kîlometreyî ji Mûsilê dûr bûye û qirkirina ku Êzidî pê re rû li hev hatiye hiştin, ji nêz ve dîtiye. Luba Sulaîman got: "Her kes wan dizane. DAIŞ mêr kuşt û jin û zarok revand. Li ber çavê jin û zarokan malbatên wan qetilkirin. Hinek jinan întîxar kir. Peşmergeyên ji parastinê berpirsyar bûn, ew hiştin û reviyan."

DAIŞ JINAN WEK OBJEYA ZAYENDÎ BIKAR TÎNE

Luba Sulaîman wiha pê de çû: “DAIŞ’ê jinên Êzidî wek objeya zayendî bikaranî. Piraniya jinan, qetilkirina malbata xwe li ber çavê xwe dîtin. Li ser vê întîxar kirin. Ez çûm Başûrê Kurdistanê û min bi jinên ji destê DAIŞ’ê xilas bûn re hevdîtin kir. Jin rastî pêkanînên dij mirovahî hatine. Jinan tiştên bi xof vegotin. Yek ji çîroka herî bi xof ev bû, bavek ji bo keça xwe ya 9 salî ji destê DAIŞ’ê bigire pere dide û hîn dibe ku keça wî ducaniye. Keçikek din a 15 salî rastî tecawiza 15 kesan tê û wê radikin nexweşxaneya Mûsilê. Jinên xwe rizgar kirin, li Kampên Başûr dimînin. Di alî psîkolojîk de hewcedariya van jinan bi destekê heye."

JI BO JINÊN LI KAMPAN DIMÎNIN DESTEK NAYÊ DAYÎN

Sulaîman da xuyakirin ku hikûmeta Iraq û Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê destekê nade jinên li kampê dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nayê zanîn ku çend jinên Êzidî hatine revandin û çend heb şûnde vegeriyane. Saziya alîkariya mirovahî ya Êzidî dibêje li kampan nêzî 800 jinên Êzidî hene. Lê ne desteke aborî û ne jî ya psîkolojîk ji bo jinan tê dayîn.

Bûyerên bi xof hatine serê jinan. Ez bi gelek jinên ku dîl ketine destê DAIŞ’ê re axivî. Jinekê got nêzî 2000 hezar jin ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin û tenê av û nan didan wan û her roj jinên herî xweşik dihatin hilbijartin û dibirin.

Tê gotin ku Iraqê û hikûmeta Kurd ji bo ku jinên Êzidî yên destê DAIŞ’ê de ne bistînin, navendên kirînê ava kirine. Lê ev ne raste.  Navenda ku malbat û rêxistinên jinan ava kirine, pereyan didin û di encama vê de serbest tên berdan.

HEWCEDERIYA JINAN BI ALÎKARIYÊ HEYE

Doktor Marîn Kûchak jî got lîderên olî yên Êzidî ji bo xwedî li jinên ji destê DAIŞ’ê derketine, bê derketin bang kirine û got: "Ev bang girîng in. Lê ji bo jin bikevin jiyana civakî û bi civakê bê qezenckirin, têr nake. Hewcedariya jinan bi alîkariya profesyonel heye. Di vê mijarê de ji raya giştî ya cîhanê û hikûmetên Ewropayê destek negirtine. Em Êzidiyên li welatên cuda yên Ewropayê dijîn pere berhev dikin.  Xiristiyan û Musliman jî bexşê dikin. Lê DAIŞ buhayan zêde dike. Di destê wan de jinên Êzidî pirin. Em hejmara wan baş nizanin. Tê gotin ku 7 hezar jin di destê wan de ne û ji van 1700 heb vegeriyane."

BANG LI WELATÊN EWROPA HAT KIRIN

Kûchak wiha berdewam kir: "Jinên Êzidî wek gogê li Iraq û Sûriyeyê tên gerandin û li hinekan zewac û muslimanî tê fezkirin. Ji ber vê jî jin întîxar dikin. Em li vir ji bo dengê wan jinan bidin bihistin hewl didin. Lê divê welatên Ewropa ji bo rizgariya wan bikeve nava hewldanê.”
 
Saja Sulaiman, xwişka Luba ye û dermanfiroş e. Saja got divê ji bo jinên ji destê DAIŞ’ê reviyane desteka pêwîst bê dayîn.

...