Komkujiyên li hember jinan hatin şermezarkirin

Jinan, qetilkirina jinan şermezar kir û diyar kirin êdî li hemberî feraseta cezayê muebetê dan Nevîn Yildirim a tecawizkarê xwe kuşt, yên Tugçe kuştin û kesên piştgiriyê didin DAIŞ'a li bazara koleyan jinan difiroşe sebra wan nemaye.

Platforma Jinan a Enqereyê, bi boneya zext û zordariya li ser jinan şermezar bikin û kujerê Cansu Kaya tecawizkarê jinan şermezar bikin li Parka Guvenê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan li Parka Guvenê bi spreyê nivîsên "Em destê xwe radikin hawarê û em êdî yek din dê kêm nebin" û bertekên xwe anîn ziman. Jinan di çalakiyê de siloganên "Mêr dikuje, dewlet diparêze" û "Em ne di şînê de di serhildanê dene" û "Jin jiyan azadî" berz kirin û pankarta "Cansu Kaya îsyana me ye" vekirin. Li ser navê jinan Bengu Tarioglu, daxuyanî da û diyar kir ku di 170 rojên 2015'an de 144 jin hatin qetilkirin û wiha got: "Edî em destûr nadin ku em yek din jî kêm bibin.

Tarioglu, Wezareta Malbatê jî rexne kir û diyar kir ku ew dê Wezareta Jinê ava bikin.

Daxuyanî bi dirûşma, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.