Li Amûdê Jinan Sema, Zîlan û Gulan bibîr anîn

Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û gundên wê têkoşerên Kurd Zeynep Kinaci (Zîlan), Sema Yuce û Gulan bibîr anîn.

Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û gundên wê têkoşerên Kurd Zeynep Kinaci (Zîlan), Sema Yuce û Gulan bibîr anîn.

Di çarçoveya pêngava Koordînasyona Jinan a Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ku hefteyek berê hatiye destpêkirin. Li bajarê Amûdê merasîma bîranîna têkoşerên Kurd Zeynep Kinaci (Zîlan), Sema Yuce û Gulan li dar xistin. Merasîm li navenda Jinan a Perwedeyê bi beşdarbûna dehan jinan bi rêzgiritinê destpê kir. Piştre Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîda Bûtî axivî û serketinên hêzên YPG/YPJ’ê yên di demên dawî de bi bîr anîn û got ku serketinên îro têne bidestixstin berdewama serketinên têkoşîna têkoşerên mîna Sema û Zîlan in û destnîşan kir ku pêwîste hemû jin li ser rêya wan xebatên xwe bidomînin.

Di merasîmê de her wiha endama Koordînasyona Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Katnona Cizîrê Ruha Mihemed axivî û da zanîn ku armanca wan ji pêngava bîranîna têkoşerên Kurd Sema û Zîlane û pîrozkirina serketinên hêzên YPG/YPJ’ê ye. Mihemed, da zanîn ku wê berxwedana tê destnîşankirin di rêya şano, stran û govendê de destnîşan bikin.

Piştî axaftin bi dawî bû sînevizyona li ser têkoşîna têkoşeran û berxwedana jinan di nava Tevgera Azadiyê de hat temaşekirin.

Di dawiya merasîmê de koma Jinan a Kantona Cizîrê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin, her wiha şanoyek li ser berxwedana jinan hate pêşkêşkirin.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.