Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Evîndar Ararat got, "Her çend ji partiyên cuda cihê xwe di meclîsê de girtibin jî, girîng e hemû parlamenterên jin, ji bo bersivê bidin bendewariyên çareseriya pirsgirêkên jinan, li dora rojevên jinê li hev bicivin."
Ararat diyar kir ku hemû gelên li Serhedê dijîn bi taybetî jî gelê Kurd li dijî şer, pevçûn, siyaseta înkar û tinekirinê derketine û nîşan dane ku ew amade ne modela xweseriya demokratîk li herêma xwe bixin meriyetê.
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Evîndar Ararat, serketina mezin a HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi dest xist, ji ajansa me ANF'ê re nirxand.
Ararat da xuyakirin ku cara yekê ye ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de jin bi hejmareke ewqasî cihê xwe di parlamentê de digirin û got: "HDP’ê cudahiya xwe bi hejmara xwe ya parlamenterên jin daniye holê. Ji 80 parlamenteran 32 jin in û ev jî tê wateya rêjeya ji sedî 40’î. Ev parlamenter di heman demê de mozaîka ku HDP’ê di alî gel û baweriyan de daniye holê, temsîl dike. Li Parlamentê zimanê adîlane, aştiyane û lihevker ê jinê wê bandorê li siyaseta Tirkiyeyê jî bike. Di demên berê yên parlamentê de em bûn şahidên demên aloz. Em hêvîdarin ku ev asta jinan bi dest xistiye wê destûrê nede tabloyên bi vî rengî. Di demokratîkbûyîna siyaseta Tirkiyeyê de, nêzîkatiya xweşbiniyê ya li cihêrengiyan, wê xwe di xebatên meclîsê û siyasetê de nîşan bide."
'DIVÊ PARLAMENTERÊN JIN BIBIN HÊZA ÇARESERIYÊ'
Ararat diyar kir ku bendewariyeke mezin ji parlamenteran bi taybetî jî parlamenterên jin heye û wiha pê de çû: "Bi taybet parlamenterên jin divê pirsgirêkên jinan bibin meclîsê û çareser bikin. Pirgirêkên herî mezin ên jinan bê guman şîdet, tacîz, tecawiz, bêkarî û xizanî ye. Her roj hema bêjin di deqeyekê de ji yekê zêdetir jin tên qetilkirin, rastî dest dirêjiyê tên. Ked û bedena jinê bûye çavkaniya herî girîng a mêtîngeriyê. Di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de biryarên li dijî jinê û nêzîkatiyên zayendîperest hene. Jinan bi bendewariyeke mezin parlamenterên jin şandin meclîsê. Ji ber vê berpirsyariya wan a herî mezin çareserkirina van pirsgirêkane. Xebata herî girîng a divê parlamenterên jin bike, ev e ku mafên jinan bi destûra bingehîn a nû ewle bikin. Divê qanûnên ku destdirêjî, kuştinên jinan didin sekinandin, sûcdaran ceza dike, di meclîsê de derbas bikin. Ji bo keda jinê bikin bin ewlehiyê divê ewlehiyê qanûnî bê afirandin, derfetên kar bên afirandin."
'DIVÊ HEMÛ PARLAMENTERÊN JIN LI DORA ROJEVÊN JINÊ BICIVIN'
Ararat di dewama axaftina xwe de da zanîn ku parlamenterên jin ji kîjan partiyê dibin bila bibin divê bibin bersiva bendewariya çareserkirina pirsgirêkên jin dijîn û got: "Girîng e li dora rojevên jinan bicivin. Hatina wan a cem hev gelek girîng e. Ji ber vê jî divê parlametnerên jin wek koma jinan bên cem hev. Nêrîna wan a siyasî çi dibe bila bibe, divê ji bo jinan xebata li meclîsê bi ser bixînin. Ev bendewariya hemû jinan e. Eger wek komeke jinan nêz bibin, wê gelek projeyan li meclîsê bidin qebûlkirin. Eger parlamenterên jin bi hev re xebateke wisa bimeşînin wê reng û cudahiya jinên li parlamentê derkeve holê. Di pêşketina xebateke wisa de rola parlamenterên jin yên HDP’ê mezin e."
'DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DE ROLA JINAN GIRÎNG E'
Ararat bi lêv kir ku bi qasî ku rojeva jinê di meclîsê de bê avakirin, di çareserkirina pirsgirêka kurd, avabûna destûreke bingehîn a demokratîk, çareserkirina pisgirêkên civakî û aborî yên Tirkiyeyê de jî helwesta parlamenterên jin wê rê li ber qewimînên girîng vebike. Ararat axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di nava xebateke wisa de cih bigirin wê dengên ku jin bidin jî cihê xwe bigirin. Di rewşeke berovajî vê de wê jin tenê sembolîk bimînin, wê dîsa di bin siya siyaset û aqilê mêr de bimînin. Parlamenterên jin yên HDP’ê di rêxistin bûn û têkoşîna jinê de tecrubeyên wan hene. Di vî alî de hemû jin dipên ku rola xwe bilîzin. Em temsiliyeta jinê ya di meclîsê de girîng dibînin û wek qezenc digirin dest. Em serketina jinan û bi taybet jî ya parlamenterên HDP’ê pîroz dikin û ji xebatên wan re serkeftinê dixwazin."
'QEZENCA TÊKOŞÎNÊ BI HIŞMENDIYA SIYASETÊ RE BÛ YEK'
Ararat bal kişand ser serketina HDP’ê û destnîşan kir ku herêma serketinê rêjeya bilindbûna dengên HDP’ê ne surprîz bû û di encama qezenca têkoşîna azadiyê de derketiye holê. Ararat bi lêv kir ku sala bihurî li Serhedê jî pêşketinek girîng derketibû holê û li gelek devaran DBP’ê hilbijartinên herêmî qezenc kiribû û got: "Tevî şaredariya Agiriyê qezenc kir jî bi dehan carî deng hatin jimartin, gelê Agiriyê,bi taybet dayik rastî êrîşên polîsên AKP’ê hatin. Lê gel bi berxwedanek mezin xwedî li dengên xwe derketin. Destpêka hilbijartinê 7’ê Hezîranê de li Agirî-Tendurekê xwestin provakasyonê pêş bixînin. Lê hestyariya gelê Agiriyê ev provakasyon vala derxistiye. Kevneşopiyeke têkoşînê ya bi rûmet a gelê Serhedê heye. Bi taybet di salên dawî de asta rêxistibûn û hişmendiyê derketiye holê.
'GELÊ SERHEDÊ JI NETEWEYA DEMOKRATÎK A GELAN RE GOT ERÊ'
Gelê Serhedê li dijî hemû polîtîkayên şerê taybet ên AKP’ê û partiyên dewletê dengên xwe dan HDP’ê û tercîha xwe li aliyê neteweya demokratîk kirin. Di demên bihurî de wek hemû partiyên pergalê, AKP’ê jî baweriya olî ya gelê Serhedê îstîsmar kiriye û gelên wekê Kurd, Azerî, Tirkmen li hember hev bikaraniye û bi xizanî û bêkariyê terbiye kiriye. Bi hezaran ciwanên Serhedê wek karkerên demsalî çûne metropolên Tirkiyeyê û bi hezaran malbatan koçî Ewropayê kirine. Ev polîtîka bi zanebûn hatine pêkanîn. Lê bi bandora tevgera me ya azadiyê re, gelê me yê Serhedê ruyê rast yê wan dît û helwesta xwe danîne holê. Serhildanên demên dawî jî ev helwest zelal nîşan daye. Di vî alî de encama hilbijartinên 7’ê Hezîranê nîşaneya van pêşketina ne. Ne tenê Kurdan, Azerî û Tirkmenên li herêmê dijîn jî helweta xwe nîşan dane. Agirî, Îdir, Qers, Erdexan wek keleha MHP’ê dihat dîtin. Di hilbijartinên bihurî de AKP’ê deng digirt. Lê gelê Serhedê di van hilbijratinan de tercîha xwe li aliyê HDP’ê kir."
Ararat di dawiya axaftina xwe de got ji HDP’ê 32 parlamenterên jin hatine hilbijartin û ji van 10 ji herêma Serhedê ne û wiha got: "Ev jî nîşaneya girîng a guhertina Serhedê ye. Bi van hilbijartinan re derket holê ku gelê Serhedê ji aliyê civakî ve gelek bi pêş ketiye. Ya herî girîng jî wê di demokratîkbûna civakî de guherînên mezin biafirîne."