Tecrîda li ser Ocalan ji aliyê KJA’yê ve hat şermezar kir
KJA, li Silopiyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rawestandina hevdîtinên heyeta HDP'ê ya pêvajoya aştiyê meşiya.
KJA, li Silopiyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rawestandina hevdîtinên heyeta HDP'ê ya pêvajoya aştiyê meşiya.
KJA, li Silopiyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rawestandina hevdîtinên heyeta HDP'ê ya pêvajoya aştiyê meşiya.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Kongreya Jinên Azad (KJA), li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rawestandina hevdîtinên şandeya HDP'ê ya pêvajoya aştiyê meşek li dar xist. Li gel Hevşaredara Tilqebîn-Wehsit Rabîa Tekas, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê yên Silopiyayê, nûnerên Saziyên Civaka Sîvîl bi hezaran welatî, li ber avahiya HDP'ê civiyan û heya navenda bajêr meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta, "Serokatiya me nexşerêya me ye, dawî li tecrîdê bînin" hatin hilgirtin û dirûşmên, "Bijî Serok Apo" , "Bê Serok jiyan nabe" û "Cîhana bê Ocalan, em ê bi serê we de hilweşînin" hatin berzkirin. Piştî girse vegeriya avahiya HDP'ê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyekê rêzgirtin pêk hat.
'BILA JI NÛ VE MASEYA MUZAKEREYÊ AVA BIKIN'
Piştî rêzgirtinê aktîvîsta KJA'ê Çîmen Fîdan daxuyanî xwend û diyar kir ku çil salin dewleta Tirk li hember gelê Kurd polîtîkayên qirêj dimeşîne û wiha got: "Îro jî dewlet di kiryarên xwe de israr dike û dixwaze bi tecrîd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di polîtîkayên xwe yên tinekirinê de bi ser bikeve. Ev siyaset beriya niha jî hat ceribandin lê ti encam negirt. Em dixwazin ji bo çareseriyê ne rêbazên tecrîdê, lê rêbazên aştiyê bên ceribandin û maseya muzakereyê ji nû ve bê avakirin."
Fîdan bal kişand ser bê cidiyeta hikûmet û dewletê ya li hember pêvajoya aştiyê û gotina xwe wiha bi dawî kir; "Ji 15'ê Nîsanê heya niha hikûmet û dewlet destûrê nade heyeta HDP'ê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Ev yek dibe sedema têkçûyîna pêvajoyê. Gelê Kurd û hêzên demokratîk van kiryaran napejirînin. Em van nêzîkbûnên hikûmeta AKP'ê û dewletê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hêzên demokratîk dikin ku li hember van nêzîkbûnên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin."