CENÎ ji bo azadiya Celaliyan û girtiyên siyasî dest bi rêze çalakiyan dike

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, ji bo dermankirin û azadkirina girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên siyasî yên li zîndanên Îranê tên ragirtin, dest bi rêze çalakiyan dike.

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, ji bo dermankirin û azadkirina girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên siyasî yên li zîndanên Îranê tên ragirtin, dest bi rêze çalakiyan dike.

Di daxuyaniya CENÎ de hat ragihandin, ku di çarçoveya kampanya "Azadî ji bo Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên siyasî" de wê rêze çalakî li bajarên cuda yên Elmanyayê werin lidarxistin.

Li gorî vê yekê wê li bajarên Berlîn, Hambûrg, Munchen û Frankfûrtê, li ber Konsolosxaneyên Îranê mîtîgên protestoyî pêk werin.

Li bajarên Dusseldorf, Dûîsbûrg, Wûppertal, Dortmûnd, Hambûrg, Bremen, Berlîn, Bonn, Hannover, Nurnberg, Heîlbronn, Aschaffenbûrg, Maînz, Darmstadt, Aachen, Koln, Dresden, û Munchenê ji 20.-26.06. di navbera roja girtiyên Îranê û roja navneteweyî ya li dijî îşkenceyê, dezgehên agahdarkirinê werin danîn.

Hat ragihandin, ku wê ji bo azadiya Celaliyan û girtiyên siyasî kartpostal û dosyayên li ser mijarê hatine amadekirin ji Konsolosxaneyên Îranê re werin şandin û daxuyaniya ji aliyê CENÎ ve hatiye amadekirin, bi raya giştî re were parvekirin.

Di daxuyaniyê de, ji bo wergirtina agahiyên berfireh li ser rêze çalakiyan navnîşana [email protected] hat dayîn.

CENÎ banga tevlîbûneke xurt li van çalakiyan kir.

...