Ji bo kursiyerên Navenda Jinan a Arîn perwerde

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo kursiyerên Navenda Jinan a Arîn bi mijara, “Cinsiyeta Civakî û Dîroka Jinê” perwerde hat dayîn.

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo kursiyerên Navenda Jinan a Arîn bi mijara, “Cinsiyeta Civakî û Dîroka Jinê” perwerde hat dayîn.

'DI XIZMETAN DE NÊRÎNA JINAN'

Ji bo kursiyerên Navenda Jinan a Arîn a di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bernameya perwerdeyê hat destpêkirin. Di çarçoveya bernameyê de ji bo kursiyeran li Navenda Jinan, ji aliyê Civaknas û xebatkara Navenda Jinan a Gulşilav a Nisêbînê Sadiye Aksoy ve bi mijara, “Cinsiyeta Civakî û Dîroka Jinan” perwerde hat dayîn. Ligel kursiyerên tevlî bernameya perwerdeyê bûn, xebatkarên jin ên di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan jî amade bûn. Civaknas Aksoy diyar kir ku bi perwerdeyê armanca wan ev e ku sekna jinê ya rêxistinkirî deynin holê, têkiliyan bihêz bikin, tevna jinê pêş bixin, û got, li bajêr dema xizmetê dikin, bi armanca atmosfereke jiyan, kes û fikir kolektîf bûye ava bikin û nêrîna jin bidin nîşandan.

Piştî perwerde, slayt û fîlm perwerde bi pirs-bersivên kursiyeran bi dawî bû.