Kedkarên çapemeniyê yên jin nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' digirin

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê meşandin, vê hefteyê ji aliyê xebatkarên çapemeniyê yên jin ve dewr hat girtin.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê meşandin, vê hefteyê ji aliyê xebatkarên çapemeniyê yên jin ve dewr hat girtin.

Koma ji bajarê Marsîlyayê ku hefteya derbasbûyî nobed girt, di 21'ê Hezîranê roja Yekşemê de robed radestî rêxistina çapemeniya jinên Kurd 'RAJIN' kir. RAJIN, ku di hefteya 157. de nobed dewr girt, di sala 2013'an de jî ji bo azadiya Ocalan hefteyekê nobed girtibû.

Çar jinên kedkarên çapemeniyê tîşortên bi nivîsa "Çalakiya nobeda bê dawî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan" li xwe kirin, çalakiya xwe dewam dikin. Di çalakiyê de ji Stêrk TV Faraşîn Sîdem, ji Ronahî TV Sûna Tûnç, ji Med Nûçe Rojîn Arjîn û ji Radyoya Dengê Kurdistanê Sîdar Zana Bîlîr amade ne.

Kedkarên çapemeniyê yên jin, wê di tevahiya hefteyê de li standa li ber Konseya Ewropayê belavok û broşuran belav bikin, der barê çalakiya xwe de mirovên li derdorê agahdar bikin.

Çalakiya nobedê, ku çalakiya herî demdirêj a Kurdan e, roja Pêncşemê wê sala sêyemîn li dû xwe bihêle û bikeve sala çaran.

Di salvegera çalakiyê de wê sibe bi beşdariyeke girseyî daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayîn. Daxuyanî wê saet di 11'an de li qada çalakiyê ya li pêşberî Konseya Ewropayê were dayîn.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' her roj ji saet 07:00 heta 17:00 tê girtin û heta niha bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên cuda yên Ewropayê beşdarî çalakiyê bûne.

Rêxistina çapemeniya jinên Kurd RAJIN ku berî du salan jî nobed girtibû, wê nobeda xwe ya vê hefteyê roja Yekşemê radestî koma ji Lyonê bike.

...